Balyozê Îranê yê li Bexdayê: Peywendiyên me bi Hewlêrê baş in

14-01-2020
RÛDAW
Li bajarê Silêmaniyê pêşangeha Kelûpelên Îranî birêve diçe
Li bajarê Silêmaniyê pêşangeha Kelûpelên Îranî birêve diçe
Nîşan Îran Herêma Kurdistanê Îrec Mescîdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescîdî ragihand ku peywendiyên wan bi Herêma Kurdistanê di astekî gelekî baş de ne, û di demên bê de dê ew peywendiyên xwe bihêztir bikin.

Balyozê Îranê yê Iraqê Irec Mescidî ji Rûdawê re dema beşdarbûna wî di pêşangeha Kelûpelêîn Îranî li Silêmaniyê ragihand, peywendiyên wan bi Herêma Kurdistanê di kertên cuda de ne, bi taybet di warê aborî de, ku ew hêvî dikin di salên bê de astê bihevguhertina bazirganî di navbera herdû aliyan de zêde bibin.

Îrec Mescîdî  da zanîn ku nêzîka 150 kompanyayên Îranî beşdarî pêşangeha li Silêmaniyê bûne û ew  sembolek e bo şiyana aborî û pîşesazî ya Komara Îslamî ya Îranê li sektorên cuda.

Derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê de Mecîdî got: “Me û Herêma Kurdistanê peywendiyeke ya berfireh heye bi taybetî li beşê aborî. Pêşangehan dibe fakterek be daku peywendiyên di navbera veberhêner û hinardekarên Îranê û bazirganên Herêma Kurdistanê de bihêztir bibin û hevdû binasin di warên pevguhertina kelûpelan, veberhênan, guhestina teknolojiyê û herwiha proseya veberhênanê bo nav Herêma Kurdistanê. Loma ev derfetekî baş e û hêvîdar in bigihin vê armancê. Ez daxwazê ji xelkê xweştivî yê Herêma Kurdistanê dikim bên û serdana vê pêşangehê bikin daku berhem û pîşesaziya Îranê ji nêzîk ve bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst