Hacî Omeran (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê, bi armanca rêkxistina bazirganiya sînorî, kartan li ser nêzî 80 hezar bazirganê navbera Başûr û Rojhelatê Kurdistanê belav dike.
Ev yek piştî biryara Îranê hat ku vê çendê biryar dabû deriyên sînorî yên nîvfermî dîsa vebike.
Peyamnêrê Rûdawê li Deriyê Hacî Omeran radigihîne ku bi dehan bazirgan barên xwe li ser sînor re dibin û tînin.
Hacî Omeran dikeve 170 kîlometre rojhelatê bajarê Hewlêrê yê Başûr û 90 kîlometre rojavayê Mehabadê yê Rojhelat.
Bazirganekî got wan berê bêhtir cûre mal dibirin Rojhelatê Kurdistanê lêbelê ji ber ku Îranê hinek tişt qedexe kirine ew mecbûr mane barê xwe vegerînin Başûr.
Ew gazincdar e ku Îran bi asanî û gelek caran qeydên xwe yên gumrikê diguherîne.
Li bajarên Rojhelat gelek xwepêşandan û grev wekî narazayî li dijî biryara girtina deriyên sînor hatibûn lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse