Bihayê petrolê piştî bilindbûna çend rojan berê xwe da xwarê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Petrol Biha Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro dawî li bilindbûna xwe ya çend rojên borî anî û daket.

Ev daketin piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump zextên li ser Îranê kêm kirin.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur piştî vebûna bazarên Asyayê ji sedî 2,4 daket û bermîlek bi 64 dolar û 94 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî bi heman rêjeyê daket û bû 60 dolar û 51 sent.

Trump helwesta xwe guhert

Donald Trumpê ku heta şeva borî ji ber helwesta Îranê ya li dijî xwenîşandanan gefa destêwerdana leşkerî li wî welatî dixwar, ji nişka ve daxuyaniyeke nû da.

Trump ragihand ku wisa xuya dike hikûmeta Îranê bidarvekirina xwenîşanderan rawestandiye.

Bihayê petrola brent doh heta nêzîkî 67 dolaran bilind bûbû û bihayê petrola Teksasê jî 62 dolar derbas kiribû.

Lê belê kêmkirina zextên li ser Îranê îro rê li ber daketina bihayan vekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst