Terzî dilgiranin: 50 hezar dest cilên Kurdî ji Çîne hatine

15-03-2018
RÛDAW
Nîşan Terzî Cilên Kurdî Çîn Nerazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hinardekirina cilûbergên Kurdî ji welatê Çînê bandoreke neyînî li ser bazirganiya terziyên Hewlêrê kiriye û terzî dibêjin mişteriyên wan kêm bûne.

 

Xelkê Başûrê Kurdistanê her sal dema Newroz û werza biharê tê, cilûbergên netewî yên Kurdî lixwe dikin. Lewma jî di mehên biharê de taybetî meha adarê karên terziyan zêde dibe û kesên dixwazin cilûbergên kurdî ji xwe re bidin çêkirin, çend rojan dikevin dora terziyan.

 

Lê ji ber krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê hinek rewş hate guhertin û bandor li bazara cilûbergên netewî yên Kurdî jî kiriye.

 

Xwediya dikana Honya ya dirûtina cilûbergên jinan Dana Heyat ji Rûdawê re got: “Heta sala 2014ê di mehên biharê de gelek kesan ji xwe re cilûbergên Kurdî didan çêkirin. Berê rojane me derdora 40 cilûbergên Kurdî çêdikir. Lê niha karê me rawestiyaye, roja herî zêde em petirî 10 cilûbergan çênakin.”

 

Dana Heyat diyar kir ku her sala paştir çêkirina cilbûbergên Kurdî kêmtir dibe û wiha pê de çû: “Salên berê geştyarên biyanî jî weke diyarî cilûbergên Kurdî ji heval, dost û mirovên xwe re dikirrîn. Lê îsal geştyar jî nînin.”

 

Heman tişt ji bo terzixaneyên cilbûnergên zilam çêdikin jî heye. Terziyî bi navê Xidir Çiveyî bal kişand sedemeke din a ji bilî krîza aborî û got: “Cilûbergên Kurdî yên ji Çînê têne hinardekirin, ji sedî 20 karê me kêm kiriye.”

 

Xidir Çiveyî da zanîn ku tevî hinek mişteriyên wî yên taybet hene, karê wî kêm bûye û wiha axifî: “Berê hêj 40 roj mabûn ji Newrozê me dest bi çêkirina cilûbergên Kurdî dikir û heta Newrozê herî kêm me 500 dest çêdikir. Lê îsam min nebawer e ku em 150 destan jî çêkin.”

 

Cilûbergên ji Çînê tên bazar têk daye

 

Dikanên, cilûbergan ji Çînê hinarde dikin berevajoyê terzixaneyan îsal karê wan baştir bûye.


Bazirganê bi navê Kamûran Yûsif diyar kir ku wî îsal ji Çînê 8 hezar û 800 dest cilûbergên Kurdî hinarde kirine û di demeke kurt de piraniya wan firotine.


Kamûran Yûsif got: “Bazirganan îsal ji Çînê 50 hezar dest cilûbergên çêkirî ji Çînê hinarde kirine. Cilûbergên em ji Çînê tînin bihayê wan li gorî yên terzîxaneyan erzantir e. Ji ber krîza darayî jî xelk zêdetir ên ji Çînlê têne ji xwe re distînin.”


Yûsif da zanîn ku 32 sal e terzîxaneya wî li Hewlêr heye û wiha domand: “Niha terzîxaneyekê min heye ku 23 karmend têde dixebitin û herwiha dikana min a cilûbergan jî heye. Nirxê cilûbergan li gor cureya qumaşî tê guhertin. Lê nirxê cilûbergên em ji Çînê tînin hemû wek hev in. Xelk ji ber erzaniyê zêdetir ên em ji Çînê tînin dikirrin.”


 Ereb jî cilûbergên Kurdî ji xwe re didin çêkirin

 

Bi gotina dikandarên cilûbergên Kurdî difiroşin, geştyarên Ereb jî cilûbergên Kurdî ji xwe re distînin.


Dikandarê bi navê Genco Mihemed jî got: “Ereb têne Kurdistanê mişteriyên me yên herî baş in. Kesên serdana Kurdistanê dikin cilûbergan jî dikirrin. Taybetî jî bo jin û zarokan cilûbergên Kurdî dikirrin. Herwiha cilûbergên em ji Çînê hinarde dikin em didin bajarên Iraqê jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst