PEKÎN - Li 'Harvarda Rojhilat' dengê Kurdî olan dide

4 demjimêr berê
Mehdî Ferec
Xwendekarên Çînî fêrî Kurdî dibin\ Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Xwendekarên Çînî fêrî Kurdî dibin\ Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Çîn Zanîngeha Pekînê Kurdî Ziman
A+ A-

Pekîn (Rûdaw) - Zanîngeha Pekînê ya ku wekî "Harvarda Rojhilat" tê naskirin û zanîngeha herî navdar a Çînê ye, ji bo zimanê Kurdî poleke taybet vekir.

Li holeke Zanîngeha Pekînê xwendekarên Çînî ji dil fêrî zimanê Kurdî dibin û heta navên Kurdî jî li xwe kirine.

Zanîngeha Pekînê bi zêdetirî 60 hezar xwendekar û karmendan wekî bajarekî biçûk e.

Li Beşa Rojhilatnasiyê ya zanîngehê, Sefîn Zêbarî wekî yekane mamosteyê zimanê Kurdî waneyan dide.

Mamoste Sefîn Zêbarî diyar kir ku daxwaza xwendekarên Çînî ya ji bo fêrbûna Kurdî zêde dibe û anî ziman:

"Bi rastî valahiyeke mezin di navbera Kurd û welatê Çînê de heye lê van demên dawî faktorên girîng hene ku van her du şaristaniyan nêzîkî hev dikin.

Vekirina beşa zimanê Kurdî ya li vê zanîngehê yek ji wan pêngavan e û xwendekarên Çînî bi hezkirin dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin."

Ji bo vê kursê, 8 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye û tê pêşbînîkirin ku ji bo demsala bê ev hejmar zêdetir bibe.

Xwendekar her ji kursa yekem ve fêrî hinek axaftinan bûne û navên wekî "Kawa" û "Şilêr" ji xwe re hilbijartine.

Kawayê ku xwendekarê Beşa Zimanê Erebî û Rojhilatnasiyê ye, bi Kurdiyeke şîrîn xwe da nasîn û got:

"Silav, êvar baş, navê min ê Kurdî Kawa ye.

Ez ji zimanê Kurdî hez dikim û dixwazim di paşerojê de biçim Kurdistanê."

Şilêra ku xwendekareke masterê ye destnîşan kir ku doza Kurdan bala wê kişandiye û anî ziman:

"Bi nêrîna min Pirsgirêka Kurdan mijareke girîng e.

Hikûmeta Çînê niha konsulxaneya xwe li Kurdistanê vekiriye û girîngiyê didiyê, lewma wekî xwendekarekê li cem min girîng e ku lêkolînê li ser bikim."

Zanîngeha Pekînê ku li ser rûberê 2,7 milyon metre çargoşe hatiye avakirin, di rêza yekem a zanîngehên Asyayê û 13emîn a cîhanê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst