Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Lubnanê bajarê Beyrûtê krîza nan heye û xelk bi seatan li ber deriyê firnan radiwestin û nanbidest wan nakeve. Li wî welatî elektirîk pir kêm e, herwiha sotemenî jî bidest nakeve heta ku jeneratorê elektirîkê kar bikin.
Li Beyrûrîza nan derketiye, xelk heta demeke dirêj di rêzê de li ber firneyan radiwestin heta nan bidest wan dikeve, nebûna elktrîka fermî û herwiha ji ber buhabûna sotemeniyê gelek firneyan deriyên xwe girtine, tenê li navçeya Nebih ev firne vekirî maye.
Xwediyê firnê li Beyrûtê Cak Xûrî dibêje: “Niha em tenê mane, firneyên mezin li navçeyê rawestiyane, lewra guşareke zêde li ser me çêbûye, berhemê me kêm bûye ji ber tenê 36 ton ard bidest me ketiye, eger krîz berdewam bibe, em nikarin zêdeyî hefteyekê berdewam bikin, ez nizanim çi bikim, ez bi hemû şiyana xwe kar dikim, ez piçek ard jî venaşêrim.”
Li Libnanê her tişt di krîzê de ye, rewşa siyasî, rewşa aborî,daketina bihayê lîre, bêkarî, mijara elektrîkê, sotemenî, sektora tendirustî, ligel van hemûyan jî niha krîza nan bûye barekî giran li ser milê Libnaniyan.
Cak Xûrî herwiha got: “Dema ez hatim firneyê vekim, 15 kes li ber derî li benda min bûn, wek hûn dizanin demek divê heta ez hevîr bikim, nêzîkî demjimêr û nîvekê divê heta nan çêbibe, lewra hejmara xelkê li derve zêde dibe.”
Li gor Banka Navdewletî, Libnan ji 150 salî ve rûbirûyê krîzeke wiha nebûye, Libnan ji 2019an ve di krîzeke siyasî ya gelekî dijwar re derbas dibe, saleke nikare hikûmeteke cîbicîkar pêk bîne, ji sedî 78ê xelkê vî welatî di jêr hêla hejariyê de dijîn, Lîreyê Libnanî jî ji sedê 90ê bihayê xwe li beramber dolar ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse