Hewlêr (Rûdaw) – Di dema girtina bazarên darayî de, bihayê onseke zîv 1,81 dolaran ango ji sedî 3,47 daket û bi 50,51 dolaran hat firotin.
Her wiha kîloyek zîv jî bi 1,624 dolaran e.
Tevî vê daketinê, hefteya borî bihayê onseke zîv 2 dolaran biha bûbû.
Daketin a bihayê zîv piştî wê yekê hat ku hikûmeta Amerîkayê roja pêncşemê amarên enflasyonê yên meha borî belav nekirin.
Serokê Encûmena Aboriya Niştimanî ya Amerîkayê Kevin Hassett ragihand, dibe ku beşek ji amarên meha borî ti carî neyên belavkirin, çimkî ji ber girtina hikûmetê dezgehên wan nekarîne beşek ji amaran kom bikin, beşeke din jî dê di demeke nêzîk de were belavkirin.
Îhtimala ku amarên enflasyonê ti carî neyên belavkirin, ji bo bazirganan û Banka Navendî ya Amerîkayê nezelaliyek çêkiriye, ji ber ku enflasyon û bêkarî du amarên aborî yên herî berbiçav in ku bank ji bo biryardayîna li ser rêjeya faîzê wan dike bingeh.
Roja 10ê meha bê, Banka Navendî ya Amerîkayê dê derbarê rêjeya faîzê bicive û biryara xwe ragihîne.
Bazirganan berê îhtimala kêmkirina rêjeya faîzê di civînê de ji sedî 65 danîbû lê piştî belavnebûna amarên enflasyonê, ew rêje daket ji sedî 50yî.
Kêmkirina rêjeya faîzê di rewşeke asayî de dolarê Amerîkî dadixe, ev yek jî zîv bihatir dike.
Hefteya borî, Amerîkayê zîv li lîsteya "metalên binirx" zêde kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse