Zêr daket: Aloziyên li Îranê bandor li bazarê kir

17-01-2026
RÛDAW
Nîşan Zêr û Pere Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr roja doh, di dawiya dan û standinên bazarên darayî de ji sedî 1 daket.

Bihayê onsa zêr ji 4 hezar û 616 dolaran daket 4 hezar û 596 dolaran.

Beriya ku bazar hevseng bibe, bihayê zêr heta 4 hezar û 536 dolaran jî daketibû.

Hat diyarkirin ku sedema daketina bihayê zêr, berhevkirina qezancan û kêmkirina metirsiyên jeopolîtîk ên têkildarî rewşa Îranê ye.

Tevî daketina roja înê jî zêr di asta heftane de ji sedî 1,9 biha bûye.

Roja çarşemê bihayê onsa zêr rekoreke dîrokî şikandibû û gihiştibû 4 hezar û 642 dolaran.

Şirovekarê şîrketa şêwirmendiyê ya Marexê Edward Meir li ser mijarê got:

"Kêmboûna aloziyên li Rojhilata Navîn bû sedema daketina bihayê madenan."

Xwenîşandanên li Îranê kêm bûne û Donald Trump jî spasiya Îranê kiribû ku îdamkirina xwenîşanderan rawestandine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst