Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro li bazarên cîhanî asta 4 hezar û 620 dolaran derbas kir û berdewamî da bihabûna xwe ya ku doh dest pê kiribû.
Piştî ku daneyên têkildarî enflasyon û bihayên serfkaran (CPI) li Amerîkayê hatin eşkerekirin, bazirgan niha bêhtir geşbîn in ku Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) dê faîzê kêm bike.
Bihayên serfkaran ên meha Kanûna Pêşîn li Amerîkayê li gorî mehane ji sedî 0,2 û li gorî salane jî ji sedî 2,6 zêde bûn.
Her du rêje jî ji asta pêşbîniyan kêmtir bûn.
Bandora jeopolîtîk û daneyên nû
Zêdebûna metirsî û nediyariyên jeopolîtîk ên li cîhanê jî piştgiriyê dide bihabûna zêr.
Îro çavê bazirganên zêr li ser amarên firotina perakende û bihayê firotina bikom (PPI) ên Amerîkayê ye ku tê payîn piştî nîvro werin eşkerekirin.
Doza li dijî Jerome Powell
Ji aliyekî din ve, nîqaşên li ser serbixwebûna Banka Navendî ya Amerîkayê jî bandorê li bihayê zêr dikin.
Bi taybetî piştî ku desthilata dadwerî ya Amerîkayê ji ber xercikirina 2,5 milyar dolaran a ji bo nûjenkirina avahiya bankê doz li Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell vekir, piştevaniyeke din ji bo bihayê zêr çêbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse