Hewlêr (Rûdaw) - Li bazarên cîhanê bihayê zîv daket û amarên aborî yên Amerîkayê bandoreke rasterast li ser piyaseyan dikin.
Bihayê zîv îro piştî vekirina bazarên Asyayê daket nêzîkî 75 dolaran.
Amarên enflasyonê yên Amerîkayê eşkere kiribû ku rêjeya bilindbûna bihayan meha borî ji asta pêşbîniyan kêmtir bûye.
Bazirganan bala xwe da bazara kar
Tê pêşbînîkirin ku bazirganan li şûna amarên enflasyonê, bala xwe dabe ser amarên bazara kar a Amerîkayê ku bi hêz xuya dike.
Li gorî Wezareta Kar a Amerîkayê, meha borî li wî welatî derfetên kar zêdetir çêbûne.
Ev yek jî dikare zextê li ser bihayê madenan çêbike.
Çav li dan û standinên Amerîka û Îranê ye
Li aliyê din, şirovekar dibêjin eger dan û standinên Amerîka û Îranê yên sibe bê encam bimînin, îhtimaleke mezin e ku daxwaza ji bo zîv zêde bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse