Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav salekê de bihayê xaniyan bi giştî %184.6 zêde bûye, lê di heman demê de li parêzgeha Stenbolê %210.8 zêde bûye.
Banka Navendî ya Tirkiyê, roja Sêşemê 18ê Cotmehê amarên bihayê xaniyan ên meha Tebaxê eşkere kirin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di meha Tebaxê de bihayê xaniyan li gor heman meha sala par %184.6 zêde bûye, lê di heman demê de li parêzgeha Stenbolê %210.8 zêde bûye.
Heta meha Tebaxê li Stenbolê bihayê yek metre çargoşeyek gihişte 24 hezar û 533 lîreyan. Wate bihayê xaniyekî 100 metre çargoşe gihiştiye 2 milyon û 453 hezar lîre ku dike nêzîka 140 hezar dolar.
Li gor amaran bihayê xaniyên nû ku nehatine bikaranîn di salekê de %176.4 û bihayê xaniyên hatine bikaranîn %185.4 zêde bûye.
Li Enqereya paytexta Tirkiyê jî bihayê xaniyan %193.5 zêde bûye û bi giştî bihayê yek metre çargoşe li Enqerê bi 10 hezar û 780 lîreyan e.
Li sêyemîn bajarê mezin ê Tirkiyê li Îzmîrê jî bihayê xaniyan %175.7 zêde bûye û bi giştî bihayê yek metre çargoşe li Îzmîrê bi 17 hezar û 305 lîreyan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse