Hejmareke milyoner dixwazin ku baca li ser wan bê zêdekirin

20-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke milyonerên cîhanê ku xwe weke milyonerên welatperwer binav dikin, li dijî neyeksaniya di sîstema bacê de dengê xwe bilind dikin û daxwazê dikin ku baca sermiyanê wan ji wan bê standin.

Ji 9 welatên cuda, zêdetirî 100 milyonerî di vê grûbê de ne û dibêjin di demekê de ku dinya di bin nîrê pandemiyê de dinale, ji bo çi baca serwet û saman ji milyoneran nayê wergirtin.

Milyonerên welatperwer, bang li serokên dinyayê kirin ku niha ji bo Forûma Aborî a Cîhanî li Davosê kom bûne û gotin, di zûtirîn dem de bacê li ser serwet û samanê wan daynin.

Milyoneran di nameya xwe de gotiye, ew dizanin ku sîstema bacê ne yeksan û dadperwer e, di van 2 salên dawî de dinya rastî êşeke giran hatiye lê serweta wan bixwe di dema pandemiyê de zêde bûye û baca vê zêdebûnê bi durustî ji wan nehatiye wergirtin.

Milyoner dibêjin, ji bo nehiştina hejarî û ne dadiya li dinyayê divê baceke zêdetir ji wan were standin û bi wê bacê, xizmeta tendirustî û perwerde were zêdekirin.

Li gorî rapora Saziya Alîkariyê ya Navdewletî Oxfamê, di 2 salên pandemiyê de serweta 10 dewlemendên dinyayê du qatan zêdetir bûye. Wan 10 milyarderan her saniyê 15 hezar dolar qezenc kirine û di salekê de 1,5 trilyon dolar li serweta xwe zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst