Colemêrg (Rûdaw) - Cotkarekî bi navê Ensarî Firat li gundê Şahê yê navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê îsal 200 ton sêvên Amasyayê hilberandin.
Serkeftina vî cotkarî li medyaya herêmê û li hinek dezgehên medyaya Tirkiyeyê jî bû rojev.
Li parêzgeha Colemêrgê û navçeyên wê dema çinîna sêvan e.
Van salên dawî li gundên Geverê cureyeke nû ya sêva bi navê “Sêva Amasyayê” tê çandin.
Dara vê sêvê biçûk e lê berhemê wê mezin e û xelk gelekî dixwaze.
Cotkar Ensarî Firat li gundê Şahê yê Geverê, ji 2 hezar û 500 darên sêva Amasyayê 200 ton sêv berhev kirine.
Cotkar Ensarî Firat ji Rûdawê re got, “Îsal me nêzîkî 200 tonan sêv kom kirine.
Ji bilî Geverê, em berhemê xwe dişînin Colemêrg, Şirnex, Mêrsîn, Êlih û Amedê.
Zêdetir jî ji bo ava fêkî tê xwestin. Kêmasiya me ew e ku li navçeya me kargeheke ava fêkî yan jî sirkeyê nîne.
Eger dezgehên çêkirina ava fêkî û sirkeyê hebin, em dikarin zêdetir sûdê ji vî berhemê xwe bibînin.”
Bazara sêvên Geverê berfireh dibe
Bazirganiya sêvên Gever û Şemzînanê sal bi sal berfirehtir dibe.
Sêvên wan navçeyan bi destê bazirganan heta bi Mêrsînê jî diçin.
Di nav bazara navxweyî de jî kîloya sêvan bi 80 lîreyan heta bi 100 lîreyan tê firotin.
"Kalîteya sêvan gelekî baş e"
Bazirgan Suleyman Ozan jî da zanîn ku ew ji bo kirîna sêvan ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê çûye û got:
“Sêvên vê derê baş in. Em dibin difiroşin. Hat û çûna vê derê zehmet e, karker kêm in.
Lê kalîteya sêvan gelekî baş e. Mesele sêva Golden heye, sêva Amasyayê heye.
Erdê vir ji bo çandina van cure sêvan gelekî guncav e. Ev cure sêv li her derê çênabe lê li vir gelekî baş tê çandin.”
Li gorî amarên Birêvebiriya Çandiniyê ya Geverê, bi giştî derdora 2 hezar û 500 ton sêv wekî berhem tên bidestxistin ku ji wan 550 ton sêvên Amasyayê ne.
Li navçeyê derdora 250 hezar darên sêvan hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse