Amerîka dest bi firotina petrola xwe ya yedek dike

23-05-2017
RÛDAW
Nîşan Amerîka Petrol Yedeka Stratejîk Firotin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyar kiriye, ku nîvê petrola yedeka stratejîk a wî welatî were firotin.

 

Roja duşembî 22ê Gulanê, Koşka Spî di bûdceya sala 2017ê de bi cih kir, ku dive ji meha 10 a îsal ve Amerîka bi şêweyekê hêdî hêdî nîvê petrola xwe ya yedeka stratejîk di bazarê de bifiroşe û bi wê yekê 16.5 milyar dolar ji xezîneya dewletê re dabîn bike.

 

Pêşniyara Trump rojek piştî serdana wî ya bo Erebistana Siûdiyê tê, ku mezintirîn welatê berhemanîna petrolê li cîhanê ye.

 

Bi vê pêşniyara Trump, bazara enerjiyê li cîhanê tûşî şokê bû. Beşek ji şirovekarên bazarên darayî dibêjin, eger ew pêşniyara Trump were cîbicîkirin, dê asteniyeke pir mezin li pêşiya hewlên OPECê jib o kêmkirina asta hinadekirina petrolê çê bike.

 

Amerîka weke yedeka stratejîk, xwediyê 688 milyon bermîlên petrolê ye û bi vî awayî xwediyê zêdetirîn rêjeya petrol yedek li cîhanê ye.

 

Eger Amerîka bixwaze rojane 95 hezar bermîlan bifiroşe, dê bikaribe di heyama 10 salan de nîvê petrola xwe ya yedek bifiroşe.

 

Ji aliyekê din ve Amerîka xwediyê zêdetirîn derfetan bo firotina petrolê ye jî. Di heyama 5 salên bihorî de, asta berhemanîna petrola Amerîkayê bi rêjeya %49 zêde bûye.

 

Pêşniyara nû ya Trump pirsgirêkê jib o OPECê çê dike ku dixwaze hevsengiyê vegerîne bazara petrolê.

 

Îro sêşembî bi vekirina bazarên darayî nirxê her bermîlê petrola Brentê %0.37 kêm bû û buhayê wê bû 53.74 dolar, lê belê piştî vekirina borseya Ewropayê nirxê petrolê cardin bi rêjeya %0.13 bilind bû.

 

Heta niha jî nirxê petrolê di bin bandora civîna OPECê de ye, ku biryar e roja pêncşembiyê li Viyenayê were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst