Amerîkayê cezayên giran li şirketên petrolê yên Rûsyayê birîn

14-11-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Amerîkayê cezayên giran li şirketên petrolê yên Rûsyayê birîn / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Amerîkayê cezayên giran li şirketên petrolê yên Rûsyayê birîn / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Amerîka Rûsya Ceza Petrol
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Amerîkayê cezayên herî dijwar dan şirketên herî mezin ên petrolê yên Rûsyayê, ROSNEFTa dewletê û LUKOILa taybet.

Destpêka îsal 2 şirketên din ên Rûsyayê, GAZPROMNEFT û SURGUTNEFTEGAZ jî ketibûn lîsteya reş a Amerîkayê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku eger dahatên Rûsyayê yên ji petrolê kêm bibin dê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin neçar bimîne ku şerê li Ukraynayê bi dawî bîne.

Dîplomatên Rûs bawer nakin ku şansê serkeftina vê siyasetê hebe.

Balyozê Mezin û Cîgirê Serokê Yekîtiya Dîplomatên Rûsyayê Andrey Baklanov got:

“Sepandina cezayan niyeta xirab a Serokê Amerîkayê nîşan dide.

Bê guman, ew ceza ji me re hin zehmetiyan derdixin, em neçar dimînin ku li kiryarên nû bigerin.

Di astekê de bandorê li petrola me jî dike, lewma carinan em erzan dikin lê ti bandorê li siyaseta me ya derve nakin.

Lewma welatê me hilberîner e, em hinarde dikin.

Eger em hawirdekar bana dibe ku em biketana tengasiyê.

Lê em hinardekar in û bi hinardekaran re lîstikên wiha bi kêr nayên.”

Rûsyayê sala 2024an bi giştî 240 milyon ton petrol hinarde kir.

Ji wê qebareyê, ji sedî 42,3 ji bo Çînê, ji sedî 37 ji bo Hindistanê û ji sedî 6,8 jî ji bo Tirkiyeyê hatibû şandin.

Loma Washington zexteke tund li şirketên enerjiyê yên Çîn, Hindistan, Macaristan, Tirkiye û Slovakyayê dike da ku petrola Rûsyayê hawirde nekin.

“Nêzîkî ji sedî 90ê hinardeya me ya petrolê diçe Hindistan û Çînê”

Cîgirê Serokê Fona Ewlehiya Enerjiyê ya Rûsyayê Igor Yushkov jî anî ziman:

“Nêzîkî ji sedî 90ê hinardeya me ya petrolê diçe Hindistan û Çînê.

Hinardeya me ya ji bo Hindistanê wekî berê, rojane teqrîben 1,6-1,7 milyon bermîl, bi rêya deryayî didome.

Lê beşek ji parzûngehên me hatine rûxandin û loma vê gavê me hinardekirina berhemên hazir ên petrolê kêm kiriye, em zêdetir petrola xav hinarde dikin.

Ji ber vê jî dibe ku hinardeya me ya Tirkiyeyê kêm bibe.

Lewma Tirkiye ji sala 2022yan ve hawirdekara herî mezin a berhemên petrolê ya Rûsyayê ye, bi taybetî jî ya dîzelê.”

ROSNEFT rojane 800 hezar bermîl û LUKOIL jî rojane nêzîkî 300 hezar bermîl petrol hinarde dikin.

Ev tê wê wateyê ku Rûsya dê neçar bimîne hilberîna petrolê rojane 1,1 milyon bermîl kêm bike.

Lêbelê pisporên Rûs bawer nakin ku siyaseta petrolê dê bandorê li ser rêça şerê li Ukraynayê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst