Wan (Rûdaw) – Kompanyaya almanî ya bi navê Atlas Groub, projeyeke amade kiriye, ku li bajarê Wanê kargeheke mezin yê karûbarên meşîneyên avasaziyê veke. Kompanya dixwaze ji nifûsa Wanê ya ciwan sûdê wergire û ji bo karên xwe dê 400 kesan hilde kar. Li gor bernameya projeyê dê 400 kesên bijare li Almanya werine perwerdekirin.
Li Herêma Organîze ya Pîşesaziya Wanê bi sedan kargeh li benda buharêne daku dest bi karûbarên xwe bikin.
Kompanyayeke almanî yê ku meşîneyên karûbarên avasaziyê çêdike, biryar daye ku li bajarê Wanê kargeheke mezin veke. Ji ber ku bajarê Wanê derbasgeheke di navbera Asya û Ewrûpa her wisa Rojhilata Navîn de.
Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Wanê Şemseddîn Bozkûrt dibêje; “Ev group li almanyayê bi xelkên me yên Wanê re hevnas dibin. Li ser wê lêkolîneke berfireh dikin û biryar didin ku li Wanê kargeheke mezin vekin. Bajarê Wanê ji bo wan avantajên wê hene, hem nifûsa ciwan li vê derê zêde ye û hem jî bi carekê de dikarin xwe bigihînin 6 dewletan.”
Fîrmaya almanî a bi navê Atlas Grûbê li gor projeyê dê 400 xortên Wanî bibe Almanyayê û di navbera 6 meh û salekê de ji bo fêrîkirina vî karî, perwerde bike û piştî perwerdehiyê dê kargeh li Wanê di navbera salekê de dest bi karê xwe bike.
Li bajarê Wanê hejmara bêkariyê her sal zêde dibe. Elî Ekmen jî li nav sûka wanê karê liser piyan dike. Ew xwediyê 10 nifûsan e û dibêje karê min ji deste min çû, divê edî gavên konkret werine avêtin û proje demildest werine sepandin.
Elî Ekmen dibêje; “Em dixwazin ku karên baş li bajarê Wanê ava bibin, ku em jî tê de bi cîh bibin. Ji bo nimûne ez şofêr im; lê ka tu karek di destê min de nîne.”
Projeya kargeha almanî di nav bajarê Wanê de her çend kelecaneke peyda kiribe jî gelê Wanê dibêje ku ev birîn bi vê dermanê cebar nabe.
Li gor amarên saziya îstatîstîka Tirkiyeyê ya 2016ê, li bajarên wek Colemêrg, Bedlîs, Mûş û Wanê 631 hezar bêkar hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse