Xwenîşandanên li dijî jikaravêtina karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Nerazîbûna karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatine avêtin, ev hefteyek e berdewam dike.
Karkerên ku daxwaza vegera li ser karên xwe dikin, pankarta "Qeyûm û zilm dê biçin, em dê vegerin ser karê xwe" vedikin.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 223 karker bi hinceta “lêpirsîna ewlehiyê” ji kar avêtibûn ku 7 ji wan astengdar in.
Ji ber vê yekê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi beşdariya hinek parlamenter û birêvebirên DEM Partiyê, çalakiyên xwe yên nerazîbûnê didomînin.
“Armanc ne tenê ked e, armanc destkeftiyên demokratîk in”
Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê Engin Işik di daxuyaniyekê de tekez kir ku divê karker li karên xwe vegerin û got:
“Ev jikaravêtin ne tenê şexsan her wiha îrade û rûmeta gel jî dike hedef. Bi taybetî daxuyaniyên Sekreterê Giştî Ulaş Akhan ên li ser 'jikaravêtina kedkarên Kurd' ku ji aliyê rejîma qeyûman ve ji derve hatiye anîn û bi helwestên xwe yên gefxwarinê tê naskirin, nîşana wê yekê ye ku ev pêvajo tasfiyeyeke siyasî ya plankirî ye.
Di van jikaravêtinan de berpirsyariya Rêxistina AKPyê ya bajêr jî heye.
Yan ew dê eşkere diyar bikin ku li dijî vê yekê ne, yan jî ew dê wekî parçeyek ji vê şermê di dîrokê de cih bigirin.
Divê neyê jibîrkirin ku qeyûm demkî ne lê belê ev şerm daîmî ye.
Divê gelê me bizane ku ev jikaravêtin ne hiqûqî ne, bi temamî siyasî ne.
Ev biryar, berhema feraseteke talanker e ku peyama gel a di sindoqê de paşguh dike û Wanê wekî xenîmetekê dibîne.
Armanc ne tenê ked e, armanc nasname, îrade û destkeftiyên demokratîk ên gel in.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse