Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatine derxistin, 27 roj in di çalakiyê de ne û dibêjin, "Qeyûm hem dest datîne ser îradeya gel hem jî keda me dixwe."
Li Wanê, protestoya 223 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatine derxistin, di roja 27an de berdewam dike.
Karker dibêjin ku ew dê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Qeyûmê ku li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye danîn, bi hinceta "lêpirsîna ewlehiyê" 223 karker ji kar derxistibûn ku 7 ji wan astengdar bûn.
Karker meşiyan
Karkerên ku 27 roj in li dijî vê biryarê li ber xwe didin, îro li Parka Dabagogluyê kom bûn û heta avahiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) meşiyan.
Gelek saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî piştgirî da çalakiyê.
“Em dê rûmeta xwe radest nekin”
Karkerê bi navê Vefa Yildiz li ser navê karkeran axivî û tekez kir ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û got, "Em dê ne karê xwe ne jî rûmeta xwe radestî qeyûm bikin."
Vefa Yildiz diyar kir ku ev têkoşîn ne tenê ji bo wan e lê ji bo hemû bindestan e û wiha domand:
"Em 223 kedkar, wekî dengê gelê Wanê yê ku îradeya wan hatiye desteserkirin li vir in.
Ev têkoşîn ne tenê ya me ye, ya bi milyonan kesên bindest e. Kar û nan nasnameya duyemîn a mirovan e, em dê nehêlin ku nasnameya me were înkarkirin.
Îro li Wanê qeyûman ne tenê dest danîne ser îradeya gel her wiha keda karkeran jî tine hesibandiye.
Em wekî kesên ku qîmeta kedê dizanin, bêdeng namînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse