Wan (Rûdaw) - Li Wanê karkerê bi navê Çaglar Genç di dema karê xwe de ji avahiyekê ket û canê xwe ji dest da.
Bûyerê roja 26 Nîsana 2025an li navçeya Îpekyoluyê ya Wanê rû da.
Karkerê bi navê Çaglar Genç ku wekî Şaban Genç jî tê naskirin, ji avahiyekê nêzîkî Otêla Urartuyê, dema kar hevsengiya xwe ji dest da û ket valahiyê.
Genç bi dijwarî birîndar bû.
Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan canê xwe ji dest da.
Cenazeyê Çaglar Gençê 26 salî, li gundê Farixê hat veşartin.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse