Hewlêr (Rûdaw) - Erdên çandiniyê yên li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê yên ku heta berî çend salan çol û beyar bûn niha berheman dişînin Ewropayê.
Du şêniyên ji Rihayê berî çend salan diçin cem dostekî xwe yê li gundê Goranê yê Xarpêtê û biryarê didin li ser erdên çol û beyar çandiniyê bikin.
Niha li ser 6 hezar donim erd bacanên sor, bacanên reş, genim, ce û nîskan hildiberînin.
“Erdên beyar bûn”
Cotkar Mehmet Saît Çetînkaya wiha qala vê rêwitiya xwe kir:
“Em berî 4 salan bi mêvanî hatin Xarpêtê û em çûn ser bendavê.
Me ev erdê vala dît û me li xwediyê wî pirsî û me ew dît.
Me erd kirê kir û dest bi çandiniyê kir. Me bi hezar donimî dest pê kir û em niha heta 6 hezar doniman diçînin.
Erdên beyar bûn û li ser çandinî nedihat kirin, tenê av hebû.”
Ev erdên çandiniyê ji bo dabînkirina kar jî bûne derfetek.
Li nav van erdan niha 300 karker dixebitin ku piraniya wan ji Rihayê hatine.
“Em şanaz û bextewar in”
Cotkar Adem Koşut jî li ser dilxweşiya xwe got:
“Em şanaz û bextewar in. Em sûdê digihînin debara gel û aboriyê.”
Li ser van erdan salane zêdeyî 15 hezar ton bacanên sor tên hilberîn.
Zêdeyî 5 hezar tonan ji wan tên hişk dikin û difiroşin Amerîka û welatên Ewropayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse