Enqere (Rûdaw) - Piştî ragihandina beşek tedbîran ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve bihayê dolarê Amerîkî li beramber dolar daket lê heta niha jî bihayê kelûpelan daneketiye. Xelkê Tirkiyê li benda encamên tedbîrên hikumetê ye. Xelk dixwaze ku bihayê kelûpelan jî di gel daketine bihayê dolarê Amerîkî dakeve.
Fatma Karaduman, Mamosteya Xanenişîn, dibêje, “Li mala me zêdetir zilamê min diçe nav bazarê, lê dema ez ji wî dipirsim dibêje bihayê çi tiştekî erzan nebûye. Lê bi baweriya min ji bo encameke erênî ya tedbîran pêwîstî bi demê heye.”
Saît Oduncu, Karker, dibêje, “Rewşa xelkî gellek xirab e. hin kes hene ku nikarin nanê rojê peyda bikin. heta niha biha erzan nebûne. Lê ez hêvî dikim ku serokê me, reîsê me dikare hemû kêşeyan çareser bike.”
Mehmet Kara, Xanenişîn, “Ez nizanim, hema bi xwe jî diçin bo mala xwe tiştan dikirin. Ez we dipirsim ka çi tişt erzan bûye ? Herin bipirsin ka kijan marketê tenê yek qurîş jî erzanî kiriye? Nexêr çi erzanî nehatiye kirin.”
Tedbîrên hikûmeta Tirkiyê yên aboriyê heta niha li bazaran bê encam in. Li nav bazaran giraniya heyî berdewam e.
Fatma Karaduman, Mamosteya Xanenişîn, “Ya rastî min bi xwe hêvîyek nîne, ji ber ku pêwîste veberhênan hebe, bêkarî were kêm kirin. Cotkarî bê zindî kirin. welatê me ji bo kiştûkalî goncav e lê veberhênan nîye û bi ya min êdî tedbîr feyde nakin.”
Saît Oduncu, Karker, dibêje, “Hetmen wê erzanî çêbe, reîsê me dikare çareser bike, ez alîgirekî radîkal yê AKPê me. Ez ji serokê me hez dikim. Ez bawer dikim jî ku dê reîsê me hemû kêşeyên me çareser bike. serokê me dê ji xelkê me welatê me ya pêwîst bike.”
Mehmet Kara, Xanenişîn, dibêje, “Ji bo îstîxrareke berdewam pêwîstî bi bingehên saxlem yên aboriyê hene. Eger li welatekî aborîyeke esasî nebe em nikarin behsa pêşveçûnê bikin. Niha xelk birçî ye. Ka çi kirine ? Ez xanenişîn im. Ji bo xatirê xwedê herin bipirsin ka ji bo xanenişîn çi kiriye ?”
Saziya Amaran a Tirkiy (TUIK) ragihandibû, meha Kanûnê, baweriya xelkê ya bi aboriyê %3,1 kêm bûye. Piraniya xelkê Tirkiyê ji başbûna aboriyê bêhêvî ne. Xelk dixwaze piştî bilindbûna nirxê lîre li bazaran jî erzanî çêbibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse