Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê jiber cejnê, daxwaziya li ser goştê sor zêde bûye, hawirdekirina ajelan bo nêzî dûqat zêde bûye, lê her ku diçe ajelê xwemalî kêm dibe. 80% ya heywanê mezin yê serbirînê tê hawirdekirin.
Birêveberê Giştî yê Qesabxaneya Hewlêrê Helmet Hemze aşkera kir, heta beriya du salan jî %95 ya ajelê biçûk xwemalî bû, lê niha bo nîva wê kêm bûye, ji Tirkiyê bi fermî tê hawirdekirin û ajelê Erebî û Surî bi qaçaxî ji navçeyên Iraqê û sînoran derbasî HK tê kirin.
Piraniya ajelê mezin ji Gorgiya û Emenistanê tên hawirdekirin.
Weke ew dibêje, di rojeke asayî da, 100 heta 120 ajelê mezin tê serjêkirin, pez jî, rojane 700 bo 800 seran, lê di bone û helkeftan de, ew rêje bilind dibe, taybet li herdû cejnên Remezanê û Qorbanê û cejna Newrozl.
Li Herêma Kurdistanê 86 hezar ton goşt tê xwarin
Her takek li Herêma Kurdistanê, salane pêwîstiya wî bi 14.4 kîlogram goştê sor heye, salane li Herêma Kurdistanê bêhtir ji 86 hezar ton goşt tê xwarin.
Heta sala 2020an, li Herêma Kurdistanê % 50-60goşt bi berhema navxweyî hatiye tijîkirin, lê bi sedema hişkesalî û igranbûna êm, niha daketiye heta %20-25.
Ajel ji welatên Brazîl, Georgia, Ermenistan, Tirkiye, Uruguay û Moldovya têne hawirdekirin.
Li Herêma Kurdistanê 23 serbirrxane hene, sê serbirrxane mezin li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ne, ligel 20 serbirrxaneyên din ên lawekî (şaxî/ferî) li bajar û bajarokan in.
Li Herêma Kurdistanê, mehane 3 hezar serî ajel têne serjêkirin, ku salane dike 36 hezar serî, herwiha mehane nêzîka 500 serî gamêş têne serjêkirin, ku salane digihêje nêzîka 6 hezar serî gamêşê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse