Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Firotina Petrola Îraqê (SOMO) Elî Nizar ragihand ku sibe (27ê Îlonê) saet 06:00ê sibehê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê dike.
Elî Nizar di konferanseke rojnamegeriyê de da zanîn ku Wezareta Berhemên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê 50 hezar bermîl petrol ji bo pêdiviyên navxwe bi kar tîne.
Wî her wiha amaje pê kir ku dan û standinên li ser petrolê zêdetirî 30 mehan ajotiye.
Elî Nizar diyar kir ku kompanyayên petrolê li benda vê peymanê bûn û got, "Ewropa jî ji bo cîgirê petrola Rûsyayê pêdiviya wê bi vê petrolê heye."
Elî Nîzar daxuyand ku rêkeftinê nîşan da ku "Îraq ji bakur heta başûr yekgirtî ye" û got:
"Pereyê petrolê dê bikeve hesabê Îraqê yê li Banka Navendî ya Amerîkayê."
Wî li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê ya derbarê rêkeftina bi Tirkiyeyê re got:
"Li gorî rêkeftina bi Tirkiyeyê re heta Tîrmeha 2026an dê hinarde berdewam bike."
Wî her wiha amaje pê kir ku SOMO dê serpereştiya Xeta Îraq-Tirkiyeyê bike.
Elî Nizar di berdewamiya bersiva xwe de got, "Em dixebitin ku berhema petrola Kurdistanê di rojê de bigihîje 400 hezar bermîlî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse