Petrol îro biha bû

26-11-2025
RÛDAW
Nîşan Petrol Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro bilind bû ku doh daketibû asta herî nizm a meha borî.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 19 sentan bilind bû û bermîla wê bi 62 dolar û 67 sentan hat kirîn û firotin.

Bihayê petola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 14 sentan bilind bû û bi 58 dolar û 09 sentan hat firotin.

Rûdanên têkildarî Ukraynayê wê yekê nîşan didin ku îhtimala peymana di navbera Rûsya û Ukraynayê ya li ser rawestandina şer zêde bûye.

Agirbesteke li Ukraynayê dikare rê li ber vegera petrola Rûsyayê veke ku ji ber dorpêç û cezayên li ser wî welatî, hilberînê wê kêm bûye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy doh ji serkirdeyên Ewropayê re got ku ew amade ye bi Rûsyayê re li ser agirbestê li hev bike û piştî vê yekê jî bihayê petrolê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 1ê bilind bû.

"Heke ceza bên rakirin dibe ku biha dakeve 55 dolaran"

Şirovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê got:

"Îhtimala rakirina cezayên li ser Rûsyayê dikare bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê heta 55 dolaran daxe."

Li gorî wî şirovekarî, bazirganên petrolê niha li benda zelalkirina zêdetir a rewşa siyasî ya têkildarî agirbesta Ukraynayê ne û eger dan û standin bi başî berdewam bikin îhtimala daketina zêdetir a bihayê petrolê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst