Petrol piştî 3 rojan biha bû

02-10-2025
Nîşan Petrol Bazar Biha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, piştî 3 rojan petrol biha bû û nêzîkî 25 sentan çû ser bihayê petrolê.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 65 dolar û 50 sent e û bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 61 dolar û 92 sent e.

Hat diyarkirin ku sedema bihabûna îro berdewamiya êrişên Ukraynayê yên li dijî binesaziya petrolê ya Rûsyayê ne.

Tevî vê yekê jî bihabûna petrolê sînordar maye çimkî tê pêşbînîkirin ku OPEC Plus dê hefteya bê biryarê bide ku rêjeyeke zêdetir a petrolê bixe bazarê.

Rojnameya Wall Street Journalê ragihandiye ku Amerîka di dema êrişkirina ser binesaziya enerjiyê ya Rûsyayê de agahiyên îstixbaratî dide Ukraynayê.

Li gorî heman rojnameyê, ev yek dê bibe sedem ku mûşekên balîstîk ên Ukraynayê karibin bi awayekî deqîq binesaziya enerjiyê ya Rûsyayê bikin armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst