Hewlêr (Rûdaw) - Di demjimêrên dawî yên girtina bazaran a roja Înê de bihayê zêr nekarî asta 4 hezar û 260 dolarî bişikîne û daket nêzîkî 4 hezar û 194 dolaran.
Bihayê zêr di asta heftane de bi rêjeya ji sedî 0,4 daket.
Şirovekar û navendên darayî yên cîhanê pêşbînî dikin ku bihayê zêr dawiya vê salê di navbera 4 hezar û 200 û 4 hezar û 500 dolarî de bê kirîn û firotin.
Daneyên aborî yên Amerîkayê
Daneyên aborî yên Amerîkayê eşkere kirin ku xerciyên bikarberan meha îlonê li Amerîkayê bi rêjeya ji sedî 0,3 zêde bûne.
Di asta salane de jî zêdebûna xerciyan ji sedî 2,9ê meha tebaxê daketiye ji sedî 2,8ê meha îlonê.
Kêmbûna xerciyan li Amerîkayê li gel sistbûna bazara karê Amerîkayê, ti guman ji bazirganan re nehiştiye ku vê hefteyê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) rêjeya faîzê herî kêm bi rêjeya ji sedî 0,25 kêm bike.
Şirovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya TD Securitiesê Bart Melek li ser mijarê got:
"Piştrastbûna bazirganan a li ser kêmkirina rêjeya faîzê û lawazbûna nirxê dolarî, bihayê zêr di astên bilind de hiştiye."
Banka Navendî ya Amerîkayê 9 û 10ê vê mehê dicive û biryarê li ser rêjeya faîzê dide.
Niha li gorî pîvana FedWatchê, bazirgan îhtimala kêmkirina rêjeya faîzê ji aliyê bankê ve wekî ji sedî 87 texmîn dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse