Li Qelqeliyê xizmeta şaredariyê: Nanê 12 lîreyî bi 7 lîreyan tê firotin

36 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Qelqelî Şaredarî Firin Nanê Erzan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Qelqeliyê ya Wanê ya ku di destê DEM Partiyê de ye, ji bo sivikkirina barê aborî yê xelkê firineke nanê erzan vekir.

Li navçeyê nanê ku li piyaseyê bi 12 lîreyan e, li firina şaredariyê bi 7 lîreyan tê firotin.

Di demekê de ku şert û mercên aborî li Bakurê Kurdistanê jiyan zehmet kiriye, Şaredariya Qelqeliyê pêngaveke girîng avêt û firinek vekir ku nan li gorî bazarê erzantir difiroşe.

Li market û firinên din ên navçeyê nan 12 lîre ye lê li wê firinê li ser daxwaza xelkê tenê bi 7 lîreyan tê firotin.

"Gel xwest me vekir"

Hevserokê Şaredariya Qelqeliyê Ecevît Ceylanci di merasîma vekirinê de axivî û got:

“Dema em hatin hilbijartin me sozek da gelê xwe û me got em ti biryarekê bêyî gelê xwe nadin.

Me got gelê me çi xizmetê bixwaze û kar bide pêşiya me em dê wê bikin.

Gelê me got pêwîstî bi firinê heye û divê şaredarî veke. Me jî got ser seran û ser çavan.”

"Qeyûman rê nedida xizmetê"

Parlamenterê DEM Partiyê Mahmut Dîndar jî bal kişand ser serdema qeyûman û wiha axivî:

“Wekî hûn dizanin demekî dirêj bû qeyûm diavêtin ser bajar û şaredariyên me. Ji ber wê jî me nedikarî ji gelê xwe re xizmetê bikin.

Lê niha eger derfetê bidin û bihêlin şaredariyên me ji gelê xwe re xizmetê bikin, dikin.

Çi firin, çi xwaringeh û çi navenda dayîkan bi dorê tên vekirin.”

Xelkê Qelqeliyê eleqeyeke zêde nîşanî firinê da û di dawiya merasîmê de govend gerand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst