Zîv careke din biha bû

29-10-2025
Nîşan Zîv Bihabûn Ons
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onseke zîv 32 sentan bilind bû û derket 47,44 dolaran.

Bihayê her kîloyekê jî gihişt 1,525 dolaran.

Doh bihayê onseke zîv heta 45,58 dolaran daketibû ku ev di meha dawî de asta herî nizm bû.

Analîst dibêjin ku bilindbûna bihayê zîv ji ber sedemên teknîk e.

Sedema sereke ya daketina hefteya borî geşbîniya li ser rêkeftina di navbera Amerîka û Çînê de ya li ser pirsgirêkên bazirganiyê bû.

Bazirgan niha li benda biryara Banka Navendî ya Amerîkayê ne ku dê îşev saet 21:00ê (bi dema Kurdistanê) biryara xwe ya li ser rêjeya faîzê ragihîne.

Serokê Bankê Jerome Powell dê saet 21:30î di konferanseke rojnamegeriyê de behsa pêşbîniyên herî dawî yên banka xwe yên derbarê aboriya Amerîkayê û siyaseta diravî bike û tê payîn ku gotinên wî bandoreke mezin li ser bazaran bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst