Bihayê zêr daket, sedem çi ye?

09-10-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Ons Biha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zêr piştî ku doh heta bi 4059 dolaran jî bilind bû îro daket.

Bihayê onsa zêr îro bi rêjeya ji sedî 0,4 daket û niha bi nêzîkî 4024 dolaran tê kirîn û firotin.

Roja çarşemê bihayê zêr bi awayekî berbiçav bilind bû û gihişt 4059 dolaran.

Onsa zêr îro ji bo peymanên paşerojê bi 4040 dolaran tê firotin.

Zêr îsal ji sedî 54 biha bûye.

Zêdebûna daxwaza ji bo kirîna zêr wekî stargeheke ewle ya hilberînê û bendewariyên ji bo kêmkirina zêdetir a faîza bankayê, îsal bûne sedema bihabûna zêr.

Lê belê Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îsraîl û Hemasê li ser qonaxa yekem a agirbestê li hev kiriye û ev yek dikare rê li ber bidawîhatina şerê Xezeyê veke.

Vê agirbestê bandor li ser daketina bihayê zêr kiriye, ji ber ku dikare metirsiyên jeopolîtîk ên di nav bazarê de kêm bike.

"Agirbesta Xezeyê tenê sedemeke duyemîn e"

Lê belê Analîstê Kompanyaya Şêwirmendiyê (Capital.com) Kyle Rodda derbarê vê mijarê got, "Agirbesta Xezeyê tenê sedemeke duyemîn e ji bo daketina îro ya bihayê zêr."

Kyle Rodda da zanîn ku pêvajoya berhevkirina qezencê piştî ku bihayê zêr gihişt astên herî bilind ên dîrokî, sedema sereke ya daketina bihayê zêr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst