Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump efûya kesên ku beşdarî êrişa li Kongreyê Amerîkayê bûbûn derxist.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî merasîma sondxwarinê çend biryarname îmze kirin.
Donald Trump roja yekem a wezîfeya xwe bi biryarnameyekê ji bo nêzîkî hezar û 600 kesî ku 6ê Kanûna Paşîn a 2021ê beşdarî êrişa li Kongreyê bûbûn efû derxist.
"Ev dîl in"
Trump kesên ku bi sedemên bûyerên 6ê Kanûna Paşîn hatibûn sûcdarkirin wekî "kesên dîl" bi nav kirin û got:
“Bi rastî jî em hêvî dikin ku ew ji şev û pê ve ji girtîgehê derkevin, ew jî li benda vê ne."
Di nav kesên ku Trump efû kirine de serokê koma “Proud Boys”ê Enrique Tarrioyê ku 22 sal cezayê girtîgehê standibû jî heye.
Tarrioyê 42 salî ji ber rola xwe ya di êrişa li Kongreyê de û pilanên provokatîv û sûcên din 22 sal cezayê girtîgehê standibû.
Hat diyarkirin ku Tarrio di nav doza êrişa 6ê Kanûna Paşîn de kesê ku herî zêde cezayê girtîgehê standiye bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse