Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu ragihand ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê sektora tekstîlê di rewşeke gelekî dijwar re derbas dibe û hişyarî da eger rewş wiha be dê kargehên bi milyonan dolarî yan ji bajêr bar bikin an jî bêne girtin.
Sezgîn Tanrikulu Herêma Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê ya Amedê ziyaret kir û piştî serdanê derbarê pirsgirêkên hilberînerên tekstîlê axivî.
Tanrikulu ragihand ku hikûmetê bi polîtîkayên xwe rê li ber îflasa karsaz û hilberînerên tekstîlê vekiriye û got:
“Li pişt min, kargehên tekstîlê hene ku bi hilberînên gelekî girîng hatine avakirin û ji bo bi hezaran karkeran derfeta kar peyda dikirin.
Lê belê vê hikûmetê, mixabin li tevahiya Tirkiyeyê ji bo îflasa karsazên tekstîlê sond xwariye.
Di şeş mehên dawî de nêzîkî 300 kargehên tekstîlê îflasa xwe ragihandiye. Li Amedê jî ev rewş heye."
Tanrikulu da zanîn ku hinek kargehên tekstîlê yên li Amedê an dê bên girtin an jî dê biçin bajarên din ên Tirkiyeyê û got:
"Em dizanin ku hinek kargeh hatine girtin, hinek jî li ber girtinê ne û heta dawiya vê mehê dê bên girtin û hineke din jî dê biçin.”
Tanrikulu bal kişand li ser bilindbûna faîzê û got, "Faiz bilind e û nirxê lîre kêm e. Ji ber vê yekê karsazên tekstîlê ji Tirkiyeyê direvin.
Direvin kû derê? Direvin Misir, Fas û Bengladeşê. Sektora tekstîlê ya ku ji bo vê herêmê derfeteke mezin bû, mixabin îflas dike."
Parlamenterê CHPê destnîşan kir ku karsazên tekstîlê bi bihayê 30 milyon dolar hilberîn li Amedê kirine û bangî hikûmetê kir ku ji bo pêşî li çûna hilberînerên bigire, demildest tedbîran werbigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse