AMED - Kargehên tekstîlê tên girtin, 4 hezar kes bêkar man

22-09-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Kargeheke tekstîlê ya Amedê /Wêne: Rûdaw
Kargeheke tekstîlê ya Amedê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Tekstîl Kargeh
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Herêma Pîşesaziyê ya Tekstîlê ya Amedê di nava 3 salên dawî de 25 kargehên mezin hatin girtin û ji ber vê yekê nêzîkî 4 hezar karker bêkar man.

Xwediyên hinek kargehan ji bo ku zerer nekin, kargehên xwe dibin welatên wekî Misir, Bangladeş û Vîetnamê û sedema vê yekê jî heqdestê kêm û piştgiriya zêde ya dewletê ya li wan welatan e.

Herêma Pîşesaziyê ya Tekstîlê ku di sala 2016an de li Amedê hatibû vekirin, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di warê xwe de yekane ye.

Piraniya karsazên ku di salên 90î de weke karker ji Amedê koçî Stenbolê kiribûn, paşê wekî veberhêner vegeriyan û li vê herêmê bi giştî 66 kargehên mezin vekirin.

Lê ev 3 sal in ku qeyraneke mezin li herêmê heye.

"Karsaz berê xwe didin Misir û Bangladeşê"

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, sedema ku karsaz ji Amedê bar dikin wiha anî ziman:

"Çimkî li wan welatan mûçeya herî kêm û lêçûnên ji bo hilberînê li gorî vê derê gelek kêm in. Ji ber vê yekê diçin.

Pêşniyara me ev e; li bajarên ku nifûsa ciwanan zêde ye, divê piştgiriyeke taybet bidin wan deran.

Ji bo ku kargehên din jî neyên girtin ev şert e. Divê ev palpiştî hebe ku hilberînerên li Tirkiyeyê neçin Misirê, Bangladeşê û Vîetnamê.

Eger biçin, Tirkiye dê ji navendbûna hilberîna kedê derkeve."

"Pêwîstî bi piştgiriya dewletê heye"

Serokê Herêma Pîşesaziya Tekstîlê Sezaî Ayaz jî bal kişand ser çareseriyê û got:

"Çare ev e, berê dewletê zêdetir piştgiriya vê derê dikir. Divê hinekî wan piştgiriyan bilind bikin.

Em ne weke bajarên rojavayê Tirkiyeyê ne. Em ne weke Kocaelî, Dîlok û Bursayê ne.

Bîst, sî sal berê fabrîqeyên me tunebûn, em van deran hê nû nû çêdikin."

Eger li herêma pîşesaziyê hemû kargeh bi kapasîteyeke tam bixebitin, dê rojane 20 hezar karker karibin tê de kar bikin.

Lê niha ji ber qeyranê, karkerên heyî jî di bin metirsiya bêkarbûnê de ne.

Beriya sê salan li vê herêmê rojane xebatên avakirina kargehên nû hebûn, lê niha piraniya projeyên avakirina kargehan ji ber qeyranê di nîvî de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst