کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Bergê pirtûkê û nexşeya Dewleta Şedadiyan / Wêne: Rûdaw

Bergê pirtûkê û nexşeya Dewleta Şedadiyan / Wêne: Rûdaw

Çand û Huner

Pirtûka Kamîz Şedadî ya li ser Kurdên Qefqasyayê derket

Kamîz Şeddadî

Kamîz Şeddadî

29-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rûsyayê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî29-11-2026
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rûsyayê

Nûçeyên Têkildar

Kurdên çar parçeyan li Strasbourgê civiyan: Şev bi çanda Kurdan xemilî
Çand û Huner27-11-2026

Kurdên çar parçeyan li Strasbourgê civiyan: Şev bi çanda Kurdan xemilî

Gulşen Orhan: Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind
Çand û Huner27-11-2026

Gulşen Orhan: Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind

Erdogan ji bo Sempozyuma Melayê Cizîrî peyamek şand: Ew yek ji hîmên şaristaniya me ye
Çand û Huner27-11-2026

Erdogan ji bo Sempozyuma Melayê Cizîrî peyamek şand: Ew yek ji hîmên şaristaniya me ye

Moskow (Rûdaw) - Pirtûka nivîskar û lêkoler Kamîz Şedadî ya bi navê “Şeddadî. Kurdên Qefqasyaya Başûr: Ji Serdema Navîn heta Sedsala 21an” li Rûsyayê bi zimanê Rûsî hat weşandin û gihîşt ber destê xwîneran.

Ev berhem wekî lêkolîna yekemîn a berfireh a li ser dîroka Kurdên Qefqasyaya Başûr tê dîtin.

Pirtûk pêvajoyeke dîrokî ya zêdetirî hezar salan vedikole û amadekirina wê pênc salan ajot.

Valahiya di dîroka Qefqasyayê de tijî dike

Heta niha gelek lêkoleran li ser serdem û mijarên diyarkirî yên dîroka Kurdên Qefqasyaya Başûr nivîsîbû lê xebateke giştgir a li ser kevneşopiya dewletbûna Kurdan a li vê herêmê tune bû.

Pirtûka Kamîz Şedadî vê valahiya girîng tijî dike û dîroka Kurdan a ji Serdema Navîn heta roja me bi nêrîneke giştî dinirxîne.

Xanedana Şeddadiyan û erdnîgariya desthilata wan

Di navenda berhemê de xanedana Şeddadiyan cih digire. Şeddadiyan di navbera sedsalên 10an û 12an de li herêma Arranê ku îro dikeve nav sînorên Azerbeycan û Ermenistana îroyîn dewleteke serbixwe ava kiribû.

Nivîskar girîngiya leşkerî û siyasî ya Arranê ya Şeddadiyan, têkoşîna wê ya li dijî Bîzans û hêzên cîran, hêza wê ya leşkerî û têkiliyên wê yên dîplomatîk ên bi dewletên din ên Kurdan re bi hûrgilî vedikole.

Di pirtûkê de li gel çand, wêje û mîmariyê, bal kişand ser hêza aborî ya dewletê jî.

Şeddadiyan li ser navê xwe diravên (sîke) taybet çap kiribûn.

Erdnîgariya serweriya Şeddadiyan ji Çiyayên Qefqasyayê heta Çemê Arasê û ji Qersê heta Tîflîs û Derbendê dirêj dibû.

Ji Şerê Milazgirê heta Kurdistana Sor

Di berhemê de têkiliyên Şeddadiyan bi Selçûqiyan re, fethkirina Aniyê û têkoşîna hevpar a di Şerê Milazgirê de ya li dijî Bîzansê jî bi berfirehî tên vegotin.

Nivîskar di lêkolîna xwe de pişta xwe bi çavkaniyên sereke yên Erebî, Farisî, Kurdî, Ermenî û Gurcî girê dide.

Xebat tenê bi Serdema Navîn ve sînordar namîne. Lêkolîn şopa domdariya kevneşopiya dewletbûna Kurdan ji Şeddadiyên Misilman heta xanedana Mhargrdzelî ya Xiristiyan dişopîne.

Her wiha rola leşkerî û siyasî ya Kurdan a di şerên Rûsyaya Qeyserî yên li dijî dewletên Îran û Osmaniyan de tê vekolîn.

Di xebatê de beşdariya Kurdan a di avakirina Komara Demokratîk a Azerbeycanê û Komara Sovyet a Sosyalîst a Azerbeycanê de jî hatiye nirxandin.

Serdema Kurdistana Sor, hilweşandina wê û sirgûnên serdema Stalîn di pirtûkê de wekî beşên serbixwe cih digirin.

Pirtûk bi analîzkirina serdema Sovyetê, qonaxa piştî Sovyetê, pêvajoyên dagirkerî û asîmîlasyonê û rewşa îroyîn a herêmê bi dawî dibe.

Eslê pirtûkê bi Kurdî ye

Eslê pirtûkê bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin lê ji ber sedemên teknîkî hîn bi Kurdî nehatiye weşandin.

Wergera pirtûkê ya bi zimanê Rûsî jî ji aliyê nivîskar bi xwe ve hatiye kirin.

Danasîna pirtûkê di çarçoveya 3yemîn Konferansa Kurdên Qefqasyayê de li Tîflîsa paytexta Gurcistanê hat kirin.

Ev konferans 21-22yê Çiriya Paşîna 2026an hatibû lidarxistin.

Berhem ne tenê ji bo dîroknas û pisporan e, di heman demê de xîtabî hemû xwînerên ku bi dîroka Qefqasya û gelê Kurd re eleqedar dibin dike.

Pirsên