کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Bergê ‘Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê’ / Wêne: Weşanxaneya Pallê

Bergê ‘Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê’ / Wêne: Weşanxaneya Pallê

Çand û Huner

Pallê ‘Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê’ ya Ebdurrehman Qasimlo bi Kurmancî çap kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê çalakiya bibîranîna Faîk Bucak tê lidarxistin
Çand û Huner21-11-2026

Li Amedê çalakiya bibîranîna Faîk Bucak tê lidarxistin

Ednan Kerîm: Konsera Qamişloyê dîrokî bû
Çand û Huner20-11-2026

Ednan Kerîm: Konsera Qamişloyê dîrokî bû

Weqfa Avestayê Xelata Şanaziyê dide Celîlê Celîl
Çand û Huner19-11-2026

Weqfa Avestayê Xelata Şanaziyê dide Celîlê Celîl

Hewlêr (Rûdaw) - Berhema Ebdurrehman Qasimlo ya bi navê “Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê” bi Kurmancî ji aliyê Weşanxaneya Pallê ve hat çapkirin.

Di vê pirtûkê de gotar û şîroveyên Dr. Ebdurrehman Qasimlo yên li ser sosyalîzmê cih digirin.

Pirtûk ji aliyê Mustafa Zengîn ve ji Soranî li Kurmanciyê hat wergerandin û wî bi xwe jî pêşgotineke berfireh ji bo pirtûkê nivîsiye.

Nivîsa paşbergê

Mijarên wekî rexnekirina sosyalîzma reel, redkirina dîktatoriya proletaryayê, radîkalîzekirina demokrasiyê û parastina mafê çarenivîsê bi salan e di nav Kurdan de tên nîqaşkirin lê di vî warî de metn û bernameyên ku ev mijar bi şêweyekî metodolojîk teorîze kirine, pir li ber destê me nînin.

Ev metna “Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê” ya ku ji aliyê Ebdurrehman Qasimlo ve hatiye nivîsîn, dikare di vê qadê de cihekî mezin ê vê valahiyê dagire.

Ev berhem li gorî serdema xwe ya salên 80yî, bi taybetî jî di nav Kurdan de metn û fikrekî nû ye.

Di wan salan de hîn bayê sosyalîzma reel û ortodoks xurt bû, loma rexnekirina vî şêweyê sosyalîzmê û li şûna wê pêşniyazkirina sosyalîzmeke demokratîk ji aliyê fikrî û îdeolojîk ve helwesteke wêrek bû.

Di vê çarçoveyê de determînîzma aborî, çînparêzî û dîktatoriya proletaryayê tê redkirin û armanceke wisa tê girtin ku çareseriya pirsgirêkên neteweyî û mafê çarenivîsa neteweyî ji bin nîrê nêrîn û hegemonyaya sosyalîst were xelaskirin.

Di pirtûkê de her çi qas dest ji sosyalîzmê nehatibe berdan jî hewlek xwe dide der ku di navbera pirsgirêka neteweyî û ya civakî-aborî de hevsengiyekê deyne.

Bidestxistina otonomiyê ji bo avakirina sosyalîzmê wekî pêşmerc tê dîtin û pirsgirêka neteweyî ji ya îdeolojîk a sosyalîst pêştir tê qebûlkirin.

“Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê”, bi pêşgotina berfireh û wergera Mustafa Zengîn me vedixwîne dan û standineke fikrî.

Ebdurrehman Qasimlo kî ye?

Ebdurrehman Qasimlo sala 1930yî li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû.

Sala 1945an li Urmiyeyê bi tevlîbûna Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê dest bi xebatên xwe yên siyasî kir.

Wî dibistana seretayî û navîn li Urmiyeyê, dibistana amadehiyê jî li Tehranê xwend.

Ji bo xwendina zanîngehê çû Parîsê û ji wir jî derbasî Praga paytexta Çekoslovakyayê bû.

Gava li Pragê bû, bi çend hevalên xwe yên Kurd re Komeleya Xwendekarên Kurd a li Ewropayê damezirand.

Sala 1962yan li Dibistana Aboriyê ya Pragê di warê aborînasiyê de doktoraya xwe temam kir.

Heta sala 1970yî li heman dibistanê li ser teoriyên aboriyê û aborînasiya marksîst û li Zanîngeha Sorbonneyê li ser xebatên Kurdî ders dan.

Di wê demê de pirtûka wî ya navdar a bi navê “Kurd û Kurdistan” (1965) çap bû.

Piştî Peymana 11ê Adarê ya di navbera Başûrê Kurdistanê û rejîma Beasê de vegeriya Kurdistanê û beşdarî xebatên siyasî yên PDK-Îyê bû.

Sala 1973yan di Kongreya 3yan a PDK-Îyê de wekî endamê birêvebiriyê û sekreterê giştî hat hilbijartin û ev erkê xwe heta dawiya jiyana xwe berdewam kir.

Dr. Qasimlo, 13ê Tîrmeha 1989an li Viyanaya paytexta Awisturyayê bi 2 hevalên xwe re di dema hevdîtineke li gel şandeyeke Îranê de hat kuştin.

Mustafa Zengîn kî ye?

Mustafa Zengîn sala 1986an li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji dayîk bû.

Piştî guhertina çend zanîngeh û beşan derbasî Zanîngeha Acibademê bû, li wir beşa Teknîkeriya Radyoterapiyê xwend û pişt re beşa sosyolojiyê ya ji dûr ve xwend.

Sala 2016an bi armanca xwendina masterê çû Îranê, li wir bi qasî 5 mehan Farisî xwend.

Li Stenbolê di beşa Kurdî ya Ajansa Sputnikê de dest bi edîtoriyê kir.

Sala 2019an bi çend hevalên xwe re kovara “Kürd Araştirmalari” ava kir û di komîteya kovarê de cih girt.

Niha li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê li ser Xebatên Çandî masterê dike.

Nivîsên wî bi Tirkî û Kurdî di malper û kovarên wekî Gazete Duvar, Bianet, Zarema, Kurd Araştirmalari, Birikim û Urfa Pusulayê de weşiyane.

Xwendevan dikarin pirtûkê ji pallwesan.comê û pirtûkfiroşan bixwazin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê çalakiya bibîranîna Faîk Bucak tê lidarxistin
Çand û Huner21-11-2026

Li Amedê çalakiya bibîranîna Faîk Bucak tê lidarxistin

Ednan Kerîm: Konsera Qamişloyê dîrokî bû
Çand û Huner20-11-2026

Ednan Kerîm: Konsera Qamişloyê dîrokî bû

Weqfa Avestayê Xelata Şanaziyê dide Celîlê Celîl
Çand û Huner19-11-2026

Weqfa Avestayê Xelata Şanaziyê dide Celîlê Celîl

Pirsên