Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro jî wekî doh daket.
Piştî vebûna bazarên Asyayê di demjimêrên pêşî yên dan û standinan de bihayê zêr ber bi bilindbûnê ve çû û derket ser 4 hezar û 150 dolarî.
Lê belê piştî çend demjimêran û di demeke kurt de zêr destkeftên destpêka rojê ji dest dan û niha her onsa zêr bi nêzîkî 4 hezar û 130 dolarî tê kirîn û firotin.
Di nava xulekekê de bihayê zêr heta nêzîkî 4 hezar û 100 dolarî jî daket lê pişt re bi lez vegeriya asta 4 hezar û 130 dolarî.
Zêr wekî “stargeheke aram”
Roja duşemê du berpirsên payebilind ên bankên navendî ragihand zêr îsa rezerveke stratejîk pêgeha xwe parastiye.
Sedema vê yekê ew e ku dilgiraniyên li ser zêdebûna deynên welatan û nearamiya jeopolîtîk, girîngiya vî madenî ya wekî “stargeheke aram” a ji bo parastina sermayeyê zêdetir kiriye.
Daxuyaniyên rayedarên bankên Ewropayê
Alîkarê Parêzgarê Banka Navendî ya Îtalyayê Sergio Nicoletti Altimari di konferansa salane ya Komeleya Bazara Zêr a Londonê (LBMA) ya li bajarê Sorrentoyê yê Îtalyayê de axivî û got:
"Zêr ji bo veberhênanê stargeheke aram e, dibe ku stargeha herî girîng be jî, ev jî ji ber dîroka serkeftî ya vî madenî ya di demên qeyranên mezin de ye.
Ev rola zêr, di rewşa niha de ku metirsiyên jeopolîtîk di asteke bilind de ne û dilgiranî li ser jihevcudabûna aboriya cîhanî çêbûye, ji her demê pêwîsttir û girîngtir e."
Her wiha Serokê Banka Navendî ya Almanyayê (Bundesbank) Joachim Nagel destnîşan kir ku bilindbûna faîza senedan kirîna wan ji bo birêvebirên darayî balkêştir dike.

.webp&w=3840&q=75)

