Hewlêr (Rûdaw) - Bankaya Navendî ya Îraqê ragihand ku wan hemû sazî û dezgehên bankê yên xwe ji guherîna nirxê nû yê dînarê Îraqî li hemberî dolarê Amerîkayê agahdar kirine.
Sendîkaya Kompanyayên Guhertina Dirav a Îraqê jî diyar kir ku agahdarî bi rêya e-mailê ji saziyan re hatiye şandin.
çavkaniyeke payebilind ê Banka Navendî ya Îraqê îro ji Rûdawê re ragihand:
"Biryara guherîna nû ya nirxê dînar û dolar di Lijneya Wezîran a Îraqê de hatiye pesendkirin û ji îro ve biryar dikeve warê bicîhkirinê."
Li gorî gotina heman çavkaniyê, Banka Navendî ya Îraqê nivîsek ji hemû bank, kompanyayên dirav û pereyên elektronîkî re şandiye.
Di nivîsê de hatiye gotin ku li ser bingeha biryara Lijneya Wezîran û li gorî Yasaya Banka Navendî ya Îraqê ya hejmar 56 a sala 2004an a hatiye sererastkirin, biryar li ser pesendkirina nirxê nû yê dolar hatiye dayîn.
Serokê Sendîkaya Kompanyayên Guhertina Dirav a Îraqê Ziya Taî îro ji Rûdawê re got:
"Banka Navendî ya Îraqê bi e-mailê hemû sazî ji vê biryar û guherînê agahdar kirine û ji îro ve dikeve meriyetê."
Banka Navendî ya Îraqê ji hemû dezgehên darayî xwestiye ku pabendî nirxên nû bin, karê bi nirxên berê rawestînin û ji îro 7ê Çiriya Pêşîna 2026an ve bi nirxên nû kar bikin.
"Bandoreke xirab li ser bazarê dibe"
Serokê Sendîkaya Kompanyayên Guhertina Dirav a Îraqê vê biryarê wekî "neguncaw û xirab" bi nav dike û dibêje:
"Dê bandoreke xirab li ser bazarê bike û hin kes dê ji vê firsendê sûdê wergirin.”
Ew her wiha pêşbînî dike, "Dibe ku nirxê 100 dolarî li bazaran bigihe 180 hezar dînarî."
Lijneya Wezîran a Îraqê r 6ê Çiriya Pêşîna 2026an di civîna xwe ya asayî de biryar dabû ku nirxê dînar li hemberî dolarê Amerîkayê biguherîne û nirxê firotina her dolarekî ji bo welatiyan bi 1520 dînarî diyar kiribû.
Nirxên nû wiha ne:
Nirxê kirîna dolar ji Wezareta Darayiyê: 1500 dînar ji bo her dolarî.
Nirxê firotina dolar ji bankan re: 1510 dînar ji bo her dolarî.
Nirxê firotina dolar ji welatiyan re: 1520 dînar ji bo her dolarî.
Sekreterê Giştî yê Lijneya Wezîran a Îraqê Hemîd Neîm Xizî nivîseke fermî ji hemû aliyên pêwendîdar re şandiye:
Li gorî nivîsa ku Rûdawê xwe gihandiyê tê de wiha tê gotin:
"Ev li ser daxwaza Wezîrê Darayiyê û Serokê Banka Navendî ya Îraqê bûye û çûye civîna Lijneya Wezîran."
Nirxên berê wiha bûn:
Nirxê kirîna dolar ji Wezareta Darayî: 1300 dînar ji bo her dolarî.
Nirxê firotina dolar ji bankeyan re: 1310 dînar ji bo her dolarî.
Nirxê firotina dolar ji welatiyan re: 1320 dînar ji bo her dolarî.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)
