Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê bajarê Besreyê yê Îraqê li stasyoneke elektrîkê teqînek çêbû û agir bi derdorê ket.
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Besreyê da zanîn ku di teqînê de 4 kes mirine û 35 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, li Stasyona Elektrîkê ya Harsayê boriyeke veguhastina gazê teqiyaye û ji ber vê yekê şewateke mezin derketiye.
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Besreyê ji Rûdawê re ragihand:
"Di bûyerê de 4 kes mirine û 35 kes jî birîndar bûne ku rewşa tenduristiyê ya hinekan ji wan ne baş e."
Tenduristiya Besreyê her wiha da zanîn ku hemû karmendên tenduristiyê û ambulans di amadehiyê de ne û birîndar ji bo wergirtina dermankirinê şandine nexweşxaneyên bajêr hatine kirin.
Zerer gihîştiye 17 xaniyan
Birêvebirê Ragihandinê yê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Îraqê Nuas Sebah jî li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.
Nuas Sebah diyar kir ku ji ber hêza teqînê û nêzîkbûna stasyonê ya li taxan, agir gihîştiye derdorê û got:
"Agir bi beşek ji malên derdorê jî ket û zerer da zêdetirî 17 xaniyan û çendîn otomobîlan."
Sebah her wiha da zanîn ku tîmên parastina sivîlan ên Besreyê agir xistiye bin kontrola xwe û hejmareke malbatan jî di nav malên wan de rizgar kiriye.
Li gorî gotina Nuas Sebah, agir ji ber teqîna boriyeke dabînkirina gazê ya stasyonê derketiye lê heta niha sedema teknîkî ya li pişt teqînê bi zelalî nehatiye eşkerekirin.
Stasyona Harsayê nêzîkî 20 kîlometreyan li bakurê bajarê Besreyê ye.
Ev stasyon yek ji stasyonên herî girîng ên Îraqê ye û şiyana wê ya hilberînê digihîje nêzîkî 1,400 megawatt elektrîkê.



