Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, qonaxa hevpeyvîna komîteya taybet a bi mektûman re (Kurdên bê nasname) dest pê kir.
Armanc ji vê yekê temamkirina rêkarên yasayî yên ji bo dayîna nasnameya Sûriyeyê ye.
Ev gav piştî wê yekê hat ku bi hezaran Kurd 60 sal in ji mafê nasnameyê bêpar hatibûn hiştin.
Li gorî Birêvebirê Karûbarên Sivîl ê parêzgeha Hisîçayê Ezîz Muheymîd, qonaxa yekem a bicihanîna biryarnameyê bi awayekî fermî bi dawî bûye.
Muheymîd her wiha wî da zanîn ku qonaxa duyem qonaxa hevpeyvînan û lêkolînê ye û îro dest pê dike.
Ev qonax piştî temamkirina amadekariyên lojîstîkî û teknîkî yên li navendên diyarkirî dest pê dike.
Komîte ji kîjan kesan pêk tê?
Li gorî Muheymîd, her komîte dê ji dadwerekî şêwirmend ku serokatiya komîteyê dike, karmendekî karûbarên sivîl ê ku bibe biryarder û rûspiyekî ku ji bo beşdariya di karên komîteyan de hatiye hilbijartin pêk were.
Muheymîd her wiha da zanîn ku Wezareta Karên Navxwe dê piştre lîsteyên fermî yên navên endamên komîteyan û mekanîzmaya karê wan eşkere bike.
Amadekariyên li navendan
Li aliyê din, Birêvebirê Karûbarên Sivîl ê parêzgeha Hisîçayê Ezîz Muheymîd amaje bi wê yekê kir ku ji bo birêxistinkirina dorê û rêgirtina li qerebalixiyê, navend dê bi kompîteran bên dabînkirin.
Her wiha amûrên nû yên şopa tiliyan dê hebin û karmendên pispor ên wênegirtin û tomarkirina amaran dê di hemû qonaxên hevpeyvînan de li gel komîteyan bin.
Li gorî Muheymîd, rêkar bi pêşwazîkirin û birêxistina dorê dest pê dikin.
Paşê serlêder berî ku biçin ber komîteya taybet, derbasî qonaxa girtina wêne û şopa tiliyan dibin.
Rola rûspiyan a di komîteyan de
Ezîz Muheymîd ragihand ku dê li nav komîteyê dê hevpeyvîneke bi şêweya diyalogê were kirin.
Di hevpeyvînê de dadwer dê pirsan bike û karmendê karûbarên sivîl jî dê belge û amaran li gorî agahiyên elektronîk ên tomarkirî li hev bîne.
Muheymîd her wiha da zanîn ku rola rûspiyan ew e ku nasnameya serlêder û pêwendiya wî ya bi navçe yan civaka herêmî ya ku jê ye piştrast bikin.
Kurd çima bê nasname man?
Pirsgirêka bêparhiştina Kurdan a ji nasnameyê li Sûriyeyê, vedigere serjimêriya awarte ya sala 1962yan a li parêzgeha Hisîçayê.
Di encama wê serjimêriyê de nêzîkî 200 hezar Kurd ji mafê nasnameyê hatin derxistin û wekî “biyanî” yan jî “mektûm” (yên ku navên wan di ti tomarên fermî de nînin) hatin binavkirin.
Vê rewşê wiha kir ku Kurd nêzîkî 60 salan ji mafên herî bingehîn ên wekî perwerde, xebata fermî, mal û milk û gerê bêpar bimînin.



