Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Kurdên Êzidî yê li Parlamentoya Îraqê Xalid Seydo ragihand ku di çarçoveya peymana Şingalê de 1500 kes wekî polîs hatine tayînkirin.
Her wiha wî diyar kir ku prosedura îdarî yên çêkirina Zanîngeha Şingalê jî temam bûne.
Parlamenterê Kurd ê Êzidî Xalid Seydo îro ji Rûdawê re axivî û li ser tayînkirinên nû got:
"Di çarçoveya bicihanîna peymana Şingalê de, heta niha 1500 kes wekî polîs ji bo navçeya Şingalê hatine tayînkirin.
1000 kesên din jî mane. Bi hebûna budceya pêwîst re dê ew jî werin tayînkirin."
1000 polîs li Şingalê dixebitin
Xalid Seydo li ser cihê karê wan polîsan zanyarî dan û wiha pê de çû:
"Ji wê hejmara ku hatine tayînkirin, 1000 polîs li nav Şingalê dixebitin û 500 polîsên din jî li Mûsilê ne. Niha em hewl didin wan 500 polîsan jî vegerînin nav Şingalê."
Sê projeyên tenduristiyê
Wî parlamenterî di beşeke din a axaftina xwe de, bal kişand ser sê projeyên girîng ên tenduristiyê yên li Şingalê û got:
“Nexweşxaneya 100 nivînî ya Şingalê: Nêzîkî ji sedî 20ê karên wê temam bûne.
Nexweşxaneya 50 nivînî ya Sinûnê: Pêwîstî bi wê yekê heye ku rûberê erdê wê were firehkirin da ku karên wê bidomin.
Nexweşxaneya Fransî (25 nivînî): Ev nexweşxane li ser erkê Nadiya Muradê hatiye çêkirin. Piraniya karên wê temam bûne û tenê hinek pêdiviyên kêm mane ku were vekirin.”
Zanîngeha Şingalê
Xalid Seydo li ser çêkirina Zanîngeha Şingalê jî got:
"Hemû gavên îdarî yên ji bo çêkirina Zanîngeha Şingalê bi dawî bûne û erdê pêwîst jî ji bo wê hatiye veqetandin."
Wî li ser xerciya projeya zanîngehê jî got, "Biryar e beşeke zanîngehê ji aliyê dewleta Îmaratê ve were çêkirin.
Ji bo beşa din jî em hewl didin ku bi rêya hikûmeta Îraqê û îdareya parêzgeha Nînowayê budce jê re were dabînkirin û temam bibe."
Xalid Seydo destnîşan kir ku heta niha pirsgirêka birêvebirin û îdareya Şingalê maye.
Lê wî da zanîn ku hewldan didomin da ku pirsgirêka îdareya navçeyê were çareserkirin.
Ji sedî 50yê xelkê hîn jî koçber in
Qezaya Şingalê piştî êrişa DAIŞê ya sala 2014an, zerereke mezin dît.
Bi awayekî ku ji sedî 85ê navenda bajêr û ji sedî 75ê derdora wê wêran bûn.
Piştî 10 salan hîn jî navçe wekî xwe maye.
Ji ber nebûna xizmetguzariyê, nêzîkî ji sedî 50yê xelkê wê heta niha koçber e û di qonaxeke zehmet a jiyanê de ne.



