Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Abdullah Zeydan li ser pêvajoya çareseriyê got, “Divê hebûna Kurdan di destûra Tirkiyeyê de were naskirin û naskirina statuya Kurdan gava herî mezin a aştiyê ye.”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê ku qeyûm tayînî cihê wî hatiye kirin Abdullah Zeydan li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê beşdarî Festîvala 58emîn a Çand û Hunerê ya Tetwanê bû.
Abdullah Zeydan li Tetwanê ji Rûdawê re li ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan, krîza aborî, rewşa siyasetmedarên girtî û polîtîkayên tayînkirina qeyûman axivî û li ser nîqaşên çareseriyê peyamên girîng dan û got:
"Ev pêvajoyeke dîrokî ye. Eger statuya Kurdan di destûrê de were garantîkirin dê ne tenê Tirkiye, hemû Rojhilata Navîn bêhnê bistîne."
Abdullah Zeydan bal kişand ser lêçûna şer a aborî û destnîşan kir ku divê ew 2 trilyon dolaran ji bo xelkê bihata xercikirin.
"Ji bo Rojhilata Navîn derfeteke mezin heye"
Abdullah Zeydan bal kişand ser cidiyeta pêvajoyê û diyar kir ku aştiya di navbera Kurd û Tirkan de dê bibe mifteya herêmê û got:
"Ev pêvajo, pêvajoyeke dîrokî ye. Ji bo xelkê Tirkiyeyê, gelê Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn derfeteke mezin li ber derî ye.
Em dizanin heger di navbera Kurd û Tirkan de aştî çêbibe ev dê bandoreke pir erênî li ser hemû Rojhilata Navîn bike. Ji ber vê yekê ev pêvajo gelekî cidî ye.
Mixabin heta niha gavên ku ji aliyê desthilatê ve hatine avêtin têra hêviyên me nekiriye. Lê ev nayê wê wateyê ku ev pêvajo bêqîmet e. Ji bo me gelekî biqîmet e û em giringiyeke mezin didinê."
"Gelê Kurd û Ocalan vîneke stratejîk nîşan da"
Zeydan diyar kir ku aliyê Kurd ji bo aştiyê biryardar e û bangî hikûmetê kir:
"Gelê Kurd, Birêz Ocalan, Tevgera PKKyê û hemû derdorên ku aştiyê dixwazin di vê mijarê de vîneke stratejîk nîşan da.
Mixabin hikûmetê hîn gavên pêwîst neavêtine lê hêviya me ew e ku îro yan jî sibe hikûmet jî gaveke cidî û bilez biavêje.
Divê pêşiya vê derfeta dîrokî were vekirin. Ev ji bo zarokên Kurd, Tirk û yên hemû Rojhilata Navîn berpirsyariyeke mezin e.
Heger em vê berpirsyariyê bi cih neyînin dê ev guneh him li vê dinyayê û him jî li axretê di stûyê me de bimîne."
"Statuya Kurdan gava herî mezin a aştiyê ye"
Zeydan diyar kir ku naskirina statuya Kurdan mafek e û wiha pê de çû:
"Em li bendê ne ku bi gavên sibe werin avêtin, statuya Kurdan ji aliyê dewleta Komara Tirkiyeyê ve were qebûlkirin.
Gava ku statuya Kurdan hat qebûlkirin, ev dê bibe gava herî mezin a ji bo aştiyê.
Wê demê dê qeyûm werin vekişandin. Siyasetmedarên me yên di zindanan de û hevalên me yên li sirgûnê dê azad bibin.
Tişta ku bi rastî hewce dike aştî ye, biratî ye. Di vî şerê bi salan de dayîkên me giriyan, hêsir barandin, dilê wan şewitî. Êdî divê ev êş û azar bi dawî bibin."
"Divê di destûrê de hebûna Kurdan bi fermî were naskirin"
Zeydan destnîşan kir ku daxwazên Kurdan ne li dijî gelê Tirk e û got:
"Mebesta me ya ji statuya Kurdan ev e: Kurd neteweyek in, gelek in. Ev dewlet ji aliyê Tirk û Kurdan ve bi hev re hatiye avakirin.
Mafên birayên me yên Tirk çi bin, divê mafên Kurdan jî ew bin. Xwedê em wekî Kurd afirandine.
Mafê me heye ku em li ser axa xwe, bi ziman, çand û nasnameya xwe bi azadî bijîn.
Divê di qanûn û destûra dewleta Tirkiyeyê de hebûna Kurdan bi awayekî fermî were naskirin.
Divê Kurd bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, bajarên xwe îdare bikin û bi nasnameya xwe bi azadî bijîn.
Gava ku Kurd gihîştin mafên xwe dê tiştek ji gelê Tirk kêm nebe. Beravajî wê, em dê di nav aştî û demokrasiyê de bi hev re bijîn."
"Diviyabû 2 trilyon dolara ji bo karkeran bihata xercikirin"
Abdullah Zeydan qala amaran kir ku Serokkomar Erdogan berê eşkere kiribûn û bal kişand ser xizaniya ku ji ber şer çêbûye û got:
"Ev 50 sal in ev şer didome. Gelek ciwanên Kurd û Tirk canê xwe ji dest da, gelek mal wêran bûn.
Lê çi kete destê me? Li Tirkiye û Kurdistanê xizaniyeke mezin heye. Heger ev aştî pêk were dê aborî jî baş bibe.
Serokkomar jî diyar kir, 2 trilyon dolar ji bo vî şerî hatiye xercikirin.
Heger ev 2 trilyon dolar ji bo aboriya Tirkiyeyê, ji bo malnişîn, karker û gundiyan bihata xercikirin dê gelê me wisa perîşan nebûya.
Ciwanên me piştî qedandina du zanîngehan bê kar nediman. Sedema van hemûyan ev şer e.
Ji ber vê yekê divê her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe, bi aqilmendî tevbigere û vê derfetê binirxîne."
"Festîval parastina nasnameyê ye"
Zeydan destnîşan kir ku festîvala li Tetwanê ne tenê şahiyek e, ew seknek e jî û axaftina xwe wisa qedand:
"Ev festîvala çand, huner û zimanê Kurdî jî ji bo parastina nasnameya Kurdan gaveke girîng e.
Xwedîderketina li çand û zimanê xwe, xwedîderketina li paşeroja xwe ye."


