Hewlêr (Rûdaw) - Mamoste û karmendên perwerdeyê yên ku berê girêdayî Rêveberiya Xweser ve bûn, li Efrîn û Helebê li derveyî pêvajoya entegrasyonê mane.
Li gorî gotina mamosteyên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, nêzîkî 4 hezar mamoste û karmend ev 4 meh in bê mûçe ne.
Ji van, nêzîkî 600 mamoste û karmend li taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yê Helebê, dixebitîn.
Çarenivîsa mamosteyan ne diyar e
Xedîce Gedroyê ku wekî mamoste li bajarê Helebê dixebitî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Xedîce Gedroyê diyar kir ku ew heta niha çarenivîsa xwe nizanin û got:
"Beriya çar mehan ji me re gotin ku hûn dê dosyeyên xwe bişînin Rêveberiya Xweser.
Me hemû bawername û belgeyên xwe yek carê kom kirin û şandin Rêveberiya Xweser."
Mamoste Xedîce Gedroyê anî zimên ku wan hêvî dikir tevlî entegrasyonê bibin û pê de çû:
"Mixabin, ji çar mehan heta niha ti agahiyên eşkere nedane me bê ka em dê tevlî pêvajoyê bibin an na."
Li Hesekê û Qamişloyê hatin qebûlkirin
Xedîce Gedroyê bal kişand ser cudahiya di navbera herêman de û wiha axivî:
"Li gorî agahiyên min, hemû mamosteyên li Hisîça (Hesekê) û Qamişloyê ev pêvajoya entegrasyonê derbas kiriye.
Lê piştî ku me belgeyên xwe dan, niha bangî me hatiye kirin. Ev bangî hemû mamosteyên ku di vê qadê de xebitîne hatiye kirin."
Gedroyê daxwaza xwe ya ji rayedaran wiha anî zimên:
"Daxwaza me ji Rêveberiya Xweser û ji hikûmeta demkî ew e ku mafê me yê rewa bidin me.
Wekî mamosteyên din mafê me yê entegrasyonê jî heye."
Dosyeyên wan negihaştine birêvebiriyê
Roja yekşemê şandeyeke mamosteyan serdana Birêvebiriya Perwerdeyê ya Helebê kir.
Endameke şandeyê ji Rûdawê re da zanîn ku berpirsên perwerdeyê ew agahdar kirine ku dosyeyên wan negihaştine birêvebiriyê.
Mamoste Xedîce Gedroyê li ser vê hevdîtinê ev agahî dan:
"Ji me re gotin ku dosyeyên we nehatine temamkirin. Wan got, 'Em dê li ser vê mijarê lêkolînê bikin û sibe agahiyê bidin we.'
Mixabin, ev bû du roj û ji aliyê Wezaretê ve ti agahî ji me re nehatiye. Em hîn li bendê ne ku em jî tevlî vê entegrasyonê bibin."
"Ji me re gotin neçin aliyê dewletê"
Xedîce Gedroyê eşkere kir ku ji ber hişyariyên berê ew li malên xwe mane û got:
"Em her tim li benda vê hêviyê bûn. Her tim ji me re digotin, 'Neçin aliyê dewletê û xwe li Wezaretê tomar nekin.'
Ji ber ku ji bo navê me di pêvajoya entegrasyonê de were hesibandin û em ji aliyê dewletê ve bên qebûlkirin, diviyabû em li benda vê pêvajoyê bimana."
Gedroyê destnîşan kir ku ew li benda wê biryarê bûne û wiha anê anî zimên:
"Hemû mamoste li mal rûniştin û heta îro em bêdeng man. Lê heta roja îro jî mixabin em ne di nav pêvajoya entegrasyonê de ne."
Dosyeyan ji nû ve amade dikin
Mamosteyên ku ji Rûdawê re axivîne dan zanîn ku ew niha careke din dosyeyên xwe amade dikin.
Ew dê van dosyeyên nû radestî Birêvebiriya Perwerdeyê ya Helebê bikin.
Mamoste daxwaz dikin ku wekî hevpîşeyên xwe yên li herêmên din ên Rêveberiya Xweser tevlî pêvajoya entegrasyonê bên kirin û mafên wan bên parastin.



