Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn, Avrasya û Asya Pasîfîkê (ODAP) û Mamosteyê Zanîngeha Gelişimê ya Stenbolê Dr. Elî Semîn pêşhatên dawî yên li Îraqê û aloziyên di navbera Bexda û Hewlêrê de ji Nûçegihana Rûdawê Nûjîn Yûsifê re nirxandin.
Dr. Elî Semîn biryarên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên li ser kontrolkirina deriyên sînorî, petrol û çekan şîrove kirin.
Semîn diyar kir ku her çi qasî hikûmeta Elî Zeydî li gorî hikûmetên berê yên Şîe bihêztir xuya dike û biryarên şênber dide jî ew di vê qonaxê de li bendê nîne ku li dijî Herêma Kurdistanê tevgereke leşkerî yan jî şerekî rû bi rû çêbibe.
“Amerîka û Brîtanya li pişt biryarên Elî Zeydî ne”
Dr. Elî Semîn bal kişand ser wê yekê ku hêzeke taybet a leşkerî ya Serokwezîr Elî Zeydî bi xwe nîne û ji ber vê yekê divê mirov lê binêre ka kî li pişt van biryarên wî yên tund e.
Semîn got: “Em pir caran behsa Amerîkayê dikin lê li aliyê din Brîtanya jî heye. Ji sala 2003yan ve li Îraqê biryarên bi vî rengî nehatine dayîn.”
Li gorî nirxandina Semîn, projeya ku niha tê meşandin ew e ku çek tenê di destê dewletê de kom bibin, qaçaxçîtiya petrolê bê rawestandin û dahata samanên bin erdê yên Îraqê ji bo gelê Îraqê be, wekî ku di destûra Îraqê de jî hatiye destnîşankirin.
Ji Curf El-Sexirê ber bi Herêma Kurdistanê ve
Semîn bi bîr xist ku hin komên çekdar ên wekî Ketaîb Hizbulah û Ehlê Kehf red dikin ku çekên xwe deynin û yek ji wan gotiye “em kêrekê jî radestî dewletê nakin.”
Wî anî zimên ku li ser vê yekê Elî Zeydî dîtiye ku bi xwestekê ev kar naçe serî, lewma li navçeya Curf El-Sexirê ya ku Ketaîb Hizbulah lê ye û petrol bi awayekî neyasayî tê firotin, operasyonek hatiye kirin.
Semîn armanca vê yekê wiha şîrove kir: “Armanc ew e ku çavkaniyên darayî ji destê wan bên derxistin da ku neçar bimînin çekên xwe deynin.”
Dr. Elî Semîn destnîşan kir ku ev pêvajo niha gihîştiye Herêma Kurdistanê û ne tenê bi petrolê sînordar maye lê mijara deriyên sînorî û gumrikan jî girtiye nav xwe.
Pêwendiya deriyên sînorî bi dorpêça li ser Îranê re
Koordînatorê ODAPê li ser sedema girîngiya deriyên sînorî û rola Amerîkayê ya di vê mijarê de wiha axivî:
“Amerîkayê li Tengava Hurmizê li ser Îranê ablûqe daniye. Rêya aborî ya ku ji bo Îranê maye Îraq e. Amerîka wisa hesab dike ku eger deriyên sînorî yên Îraqê bên girtin, Îran nikare 6 mehan jî li ber xwe bide. Ji ber ku deriyên fermî û bi ser de jî ji 20î zêdetir deriyên nefermî hene.”
Semîn amaje bi serdanên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack jî kir û da zanîn ku Barrack ji Elî Zeydî re gotiye ku ew nikarin hemû deriyên bi Îranê re bi temamî bigirin yan pêwendiyên bi cîranên xwe re bi temamî bibirin lê girtin yan sînordarkirina heta du deriyên sînorî jî dikare guherîneke mezin çêbike.
Rewşa Kurdan û guherîna helwestê
Semîn di bernameyê de rexne li nebûna yekrêziya di navbera aliyên Kurdan de girt û got ku Kurd niha wekî sala 2004an û serdema Mam Celal bi yekdengî û yekhelwestî tevnagerin.
Wî her wiha diyar kir ku ne tenê di hevsengiya siyasî ya Kurdan de lê di nav Şîe û Suniyên Îraqê de jî guhertinên mezin çêbûne.
Dr. Elî Semîn li ser helwesta Kurdan a li hemberî planên Washingtonê yên li dijî Îranê bal kişand ser xaleke girîng û got:
“Çaverêya Amerîkayê ew bû ku Hewlêr û Silêmanî piştgiriyê bidin êrişên li dijî Îranê û Kurd wekî sala 1991ê li dijî rejîma Îranê serhildanê bikin.
Lê îro siyaseteke din a tevgera Kurdan heye: Her çi qasî PDK û YNK dixwazin di nav Îraqê de pêwendiyeke baş bi Amerîkayê re deynin jî vê carê got ‘em nabin darê destê Amerîkayê’. Ev yek pir girîng e.”
“Eger nikaribe pêk bîne, ji bo Zeydî xwekuştina siyasî ye”
Dr. Elî Semîn li ser gotina Elî Zeydî ya “Eger di destekî min de heyv û di destekî min de roj jî hebe, ez ji van biryaran paşve gav navêjim” destnîşan kir ku Zeydî dixwaze bi kontrolkirina çekan, petrolê û deriyên sînorî destkefteke mezin a siyasî bi dest bixe û xwe li ser hemû serokwezîrên piştî sala 2003yan re bibîne.
Lê Semîn hişyarî da: “Eger ev neyê kirin û nikaribe pêk bîne, ev yek ji bo wî dibe xwekuştineke siyasî.”
Gelo dê li hemberî Herêma Kurdistanê tevgereke leşkerî çêbibe?
Dr. Elî Semîn li ser îhtimala derketina şer yan operasyoneke leşkerî di demeke nêzîk de zelal axivî û got:
“Ez bi ronî bibêjim, di vê qonaxa niha de ez li benda pevçûn û şerekî nînim.
Ji ber ku êdî li Îraqê çi Artêşa Îraqê, çi Pêşmerge û çi jî hêzên din bin, eger fîşekek bê teqandin, Îraq dê bikeve nav şerekî navxweyî yê pir metirsîdar.”
Di dawiya axaftina xwe de Semîn du pirsgirêkên sereke xistin rojevê:
Yekem, gelo Amerîka çaverê dike ku Kurd, Şîe û Sunî bê cudahî bi hev re li dijî Îranê gav bavêjin?
Duyem jî, gelo Amerîka dê dîsa vegere û baregehên xwe yên leşkerî ava bike?
Li gorî Semîn, Amerîka çi qasî ji Îraqê dûr bikeve, ew qasî valahî çêdibe û hêzên din wê valahiyê tije dikin ku ev jî ji bo Amerîkayê nayê qebûlkirin.


