کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çalakiya ÎHDyê ya li Dêrsimê / Wêne: Ji ber dîmenan

Çalakiya ÎHDyê ya li Dêrsimê / Wêne: Ji ber dîmenan

Kurdistan

Komeleya Mafên Mirovan li Dêrsimê dest bi çalakiyên şemiyê kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Bakirhan: Ev pêvajo ji bo 86 milyon kesan derfeteke mezin e
Kurdistan28-11-2026

Bakirhan: Ev pêvajo ji bo 86 milyon kesan derfeteke mezin e

Dr. Elî Semîn: Eger li Îraqê fîşekek bê teqandin dê şerê navxweyî derkeve
Kurdistan28-11-2026

Dr. Elî Semîn: Eger li Îraqê fîşekek bê teqandin dê şerê navxweyî derkeve

PDK û YNK li Silêmaniyê civiyan: Em dê bi yekhelwestî biçin Bexdayê
Kurdistan28-11-2026

PDK û YNK li Silêmaniyê civiyan: Em dê bi yekhelwestî biçin Bexdayê

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Dêrsimê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên ku bi zorê hatine windakirin û darizandina berpirsiyaran, dest bi çalakiyên şemiyan kir.

Di çalakiya yekem de çarenivîsa 7 kesên ku sala 1994an li gundikê Mirikê yê gundê Gokçekê winda bûne hat pirsîn û hat xwestin ku kuştina Alî Işik bê ronîkirin.

Di çalakiya ku li Qada Seyîd Riza ya Dêrsim a Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin de wêneyên xizmên windayan hatin hilgirtin û daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokên Şaxa Dêrsimê ya ÎHDyê Nurşat Yeşîl û Ozgur Ateş ve hat xwendin.

“Çalakî dê her roja şemiyê berdewam bikin”

Hat ragihandin ku çalakiyên ku ji aliyê Şaxa Dêrsimê ya ÎHDyê ve bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hatine destpêkirin, dê her şemiyê berdewam bikin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku armanca çalakiyan ne tenê bibîranîna êşên berê ye, her wiha ji bo derxistina çarenivîsa windayan, eşkerekirina rastiyê û têkoşîna li dijî bêcezamayînê jî girîng in.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna Dayîkên Şemiyê ya ku sala 1995an li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê dest pê kiriye û hat diyarkirin ku xizmên windayan tevî zext û astengiyan bi salan e edaletê dixwazin.

Sala 1994an li gundikê Mirikê 7 kes winda bûn

Di çalakiya yekem de bûyerên ku 23-24ê Îlona 1994an li gundikê Mirikê yê gundê Gokçekê yê navenda Dêrsimê qewimîne hatin rojevê.

Di daxuyaniya ku xwe dispêre tomarên ÎHDyê, serlêdanên malbatan û vegotinên şahidan de hat diyarkirin ku yekîneyên leşkerî yên girêdayî Fermandariya Lîwaya Komando ya Çiyayî ya Boluyê ya bi fermandariya Tûggeneral Yavuz Erturk li herêmê operasyon pêk aniye.

Hat ragihandin ku di dema operasyonê de ketin û derketina gundik hatiye qedexekirin û gundiyên ku piştre gihîştine herêmê dîtiye ku xanî, rez û baxçe hatine bombebarankirin û şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê, ji malbatên Işik û Serînê, Dîlek Serîna 3 salî û Gulîzar Serîn, Duzalî Serîn, Hatun Işik, Alîf Işik, Yeter Işik û Haydar Işik ji aliyê leşkeran ve hatine desteserkirin.

Ji wê dîrokê ve êdî ti agahî ji wan 7 kesan nehatiye standin.

Kuştina Alî Işik nehat ronîkirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Alî Işikê ku ji bo hînbûna çarenivîsa malbata xwe çûye gundikê Mirikê û di dema bûyerê de leşkeriya xwe dikir jî hatiye kuştin.

Hat tomarkirin ku termê Alî Işik 8ê Çiriya Pêşîn a 1994an li nêzîkî Qereqola Cendirmeyan a Gokçekê di qada dîtinê ya qereqolê de hatiye dîtin û di rapora Saziya Tiba Dadî de sedema mirinê wekî "birîndarbûna bi çeka agirîn" hatiye diyarkirin.

Her wiha hat eşkerekirin ku malbatê ji serlêdanên xwe yên li dozgeriyê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) ti encam bi dest nexistiye û dosyeya kuştina Alî Işik wekî kiryar nediyar maye.

“32 sal di ser re derbas bûn”

Şaxa Dêrsimê ya ÎHDyê diyar kir ku tevî derbasbûna 32 salan jî çarenivîsa wan 7 kesan hîn nayê zanîn û berpirsiyarên kuştina Alî Işik jî nehatine eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de ev pirs hatin kirin:

"Dîlek Serîn li kû ye? Gulîzar Serîn li kû ye? Duzalî Serîn li kû ye? Hatun Işik, Alîf Işik, Yeter Işik û Haydar Işik li kû ne?"

Her wiha hat xwestin ku ji bo dîtina windayan, tesbîtkirina cihên goran ên muhtemel û diyarkirina nasnameyên wan xebatên dadwerî û zanistî bên meşandin.

“Tomarên leşkerî û îdarî bên vekirin”

Şaxa Dêrsimê ya ÎHDyê xwest ku belge, tomarên desteserkirinê û tomarên îdareya sivîl ên li ser operasyonên leşkerî yên ku sala 1994an li herêmê hatine kirin ji bo saziyên lêpirsînê bên vekirin.

Her wiha bang hat kirin ku dosyeya kuştina Alî Işik ji nû ve bê vekolîn, di dosyeyên windayan û kuştinên kiryar nediyar de lêpirsînên bibandor bên meşandin û berpirsiyar bên darizandin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Parastina Hemû Kesan a li Dijî Windakirina bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî îmze bike û bi cih bîne.

Şaxa Dêrsimê ya ÎHDyê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Heta ku rastî eşkere bibe, windayên me bên dîtin û kiryar bên darizandin em dê têkoşîna xwe bidomînin. Me windayên xwe ji bîr nekirine û em dê nedin jibîrkirin.”

Nûçeyên Têkildar

Bakirhan: Ev pêvajo ji bo 86 milyon kesan derfeteke mezin e
Kurdistan28-11-2026

Bakirhan: Ev pêvajo ji bo 86 milyon kesan derfeteke mezin e

Dr. Elî Semîn: Eger li Îraqê fîşekek bê teqandin dê şerê navxweyî derkeve
Kurdistan28-11-2026

Dr. Elî Semîn: Eger li Îraqê fîşekek bê teqandin dê şerê navxweyî derkeve

PDK û YNK li Silêmaniyê civiyan: Em dê bi yekhelwestî biçin Bexdayê
Kurdistan28-11-2026

PDK û YNK li Silêmaniyê civiyan: Em dê bi yekhelwestî biçin Bexdayê

Pirsên