Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya vegera koçberan a li Serê Kaniyê û gundewarê wê berdewam dike û îro karwanê sêyem ê ji 516 malbatan pêk tê ji Hisîçayê ber bi nêzîkî 30 gundên herêmê ve bi rê ket.
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco ji Rûdawê re ragihand ku navê 19 malbatên Kurd di lîsteyê de hebû lê ji ber gef û astengiyên komên çekdar ew nikarin vegerin ser mal û warên xwe.
"Destûrê nadin Kurd vegerin"
Ev karwanê sêyem ê koçberan di çarçoveya peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de vedigere.
Amadehiyên vegerê bi hevahengiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û komîteyên herêmî hatine kirin.
Piraniya van malbatan piştî koçberbûnê li dibistanên bajarê Hisîçayê bi cih bûbûn.
Mihemed Haco bû mêhvanê Bultena Nûrojê ya Rûdawê ya ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û li ser vegera koçberan agahî dan.
Haco destnîşan kir ku di nav karwanê sêyem de navê malbatên Kurd hene lê nikarin vegerin û wiha got:
"Navê 19 malbatên Kurdan jî tê de heye lê ew malbat nikanin vegerin.
Du gundên ku îro karwan ber bi wan ve diçe gundên Kurdan in ku Nedas û Dawidiyê ne lê ji ber ku baregehên artêşa Tirkiyeyê li wan deran hene, destûr nehatiye dayîn ku xelk vegere."
Li gorî gotina Haco, malbatên ku îro vedigerin bi piranî xelkê gundên Ereban ên li ser xeta Til Temir û Zirganê ne yên wekî Ehras, Menacîr, Dwêra, Til Helef û Elokê.
Bi vegera karwanê sêyem re hejmara giştî ya malbatên ku vegeriyane gundewarê Serê Kaniyê gihîşte hezar û 608 malbatan.
Lê belê Mihemed Haco destnîşan kir ku ev hejmar li gorî hejmara giştî ya koçberan gelekî kêm e û anî zimên:
"Hîn jî zêdetirî 13 hezar malbatan li benda vegera li navenda bajarê Serê Kaniyê ne."
"Serê malê 10 hezar dolaran dixwazin"
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê her wiha bal kişand ser rewşa wan malbatên Kurd ên ku berê hewl dabû vegerin û got:
"Nêzîkî 60 malbatên Kurdan hewl da vegerin lê ji ber alozî û zextan neçar man careke din derkevin.
Niha malbateke tektûk a Kurd bi otomobîla xwe vedigere lê di nava çend rojan de dîsa neçar dimîne derkeve ji ber ku Erebên ku li malên wan bi cih bûne gefan li wan dixwin."
Haco eşkere kir ku astenga herî mezin a li pêşiya vegera Kurdan, hebûna komên çekdar ên ji Dêrezor, Hema, Hims û heta Îraqê ye ku li taxên Kurdan bi cih bûne û got:
"Ew kom gefan li Kurdan dixwin û dibêjin 'Eger Kurd vegerin em ê wan derxin.' Hikûmet jî dibêje ew dixwazin wan bi awayekî aştiyane derxin lê ew guh nadinê."
Li gorî agahiyên ku Haco dane, ew komên çekdar ji bo derketina ji malên Kurdan ji bo her malbatekê 10 hezar dolaran dixwazin û merc danîne ku bi çekên xwe yên giran ji bajêr derkevin.
Heta niha zêdetirî 8 hezar malbatên Kurd ên ji Serê Kaniyê li kampên Herêma Cizîrê û li bajarên wekî Hisîça, Dêrik û Dirbêsiyê di nav şert û mercên dijwar de dijîn û li benda vegera li cih û warên xwe ne.


