Hewlêr (Rûdaw) - Li herêmên bilind ên navçeya Posofê ya parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê berf bariya.
Li herêmên bilind ên bajarên Serhedê yên Bakurê Kurdistanê bi hatina demsala payîzê re berfê dest pê kiriye.
Li gel daketina pileyên germê barîna baran û berfê zêde bûye û doh li herêmên bilind ên navçeya Posofê berf bariya.
Bi taybetî herêma di navbera navçeyên Posofa Erdexanê û Şavşata Artvînê ji berfê spî bû.


