Hewlêr (Rûdaw) - Keşeyê Dêra Protestanan a Mêrdînê Ender Peker li pêşangeha pirtûkan a Amedê ji Rûdawê re diyar kir ku gelek Asûr, Keldan an Suryan di eslê xwe de Kurd in lê bi derbasbûna demê re navên mezhebên dêran wekî nasnameyeke neteweyî hatin qebûlkirin.
Pekerê ku pirtûka bi navê “Dîroka Kurdên Xiristiyan” (Hristiyan Kurtler Tarihi) nivîsiye, ji nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re qala dîroka Kurdên Xiristiyan û hinek eşîrên ku di dîrokê de bûne Xiristiyan û pişt re nav û nasnameyên wan guherîne, kir.
Peker li ser pirsa "Gelo di dîrokê de Kurdên Xiristiyan hene" got, "Gelek Kurdên Xiristiyan hene, bi qasî ku pirtûk bên nivîsîn hene û ne kêm in jî.
Min berê jî gotibû eger hûn dîroka xwe nenivîsin, dê hinekên din dîroka we li gorî xwe binivîsin."
Li gorî wî, belgeyên dîrokî yên ji serdema kevn ve heta serdemên nêzîk nîşan didin ku li deverên Mûsil, Colemêrg, Dihok, Hewlêr, Sêrt û herêmên din komên Xiristiyan ên ku bi nasnameya “Kurd” hatine tomarkirin hebûne.
"Xiristiyanên Kurd ji destpêka dîroka Xiristiyaniyê ve hene"
Peker destnîşan kir ku dîroka Xiristiyanên Kurd digihîje destpêka mizgîniya Îsa Mesîh.
Li gorî wî, di nivîsarên dîrokî û olî de behsa şagirtên Îsa Mesîh û belavbûna Xiristiyaniyê di nav komên li Mezopotamyayê tê kirin.
Wî diyar kir ku di nivîsarên li ser jiyana şagirtên Xiristiyaniyê de behsa belavbûna Xiristiyaniyê li gelek herêmên ku niha wekî Başûr û Bakurê Kurdistanê tên zanîn, hatiye kirin.
Li gorî Peker, Aday û Mariyê ku wekî şagirtên Xiristiyan tên naskirin, mizgîniya Îsa Mesîh belav kiriye.
Aday li Rihayê dest bi xebatan xwe kiriye û piştî wî Marî ber bi Nisêbîn, Sêrt, Colemêrg, Şirnex, Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê ve çûye.
Peker dibêje ku li wan deveran padîşah û komên herêmî bi Xiristiyaniyê re pêwendiyeke wan çêbûye û di encamê de hinek eşîrên li deverên çiyayî bûne Xiristiyan.
Ji Dasiniyan heta eşîrên Colemêrgê
Di nav mînakên ku Peker dide de eşîra Dasinî cihekî taybet digire.
Li gorî wî, di nivîsarên dîrokî de Dasinî wekî komeke kevn li deverên Dihok û çiyayên Hewlêrê tê naskirin û di hin belgeyan de behsa Xiristiyanbûna wan hatiye kirin.
Peker anî ziman ku ne tenê ev eşîr, hinek beşên ji eşîrên wekî Tiyarî, Cîlo, Baz, Dîz, Aşît, Tiyanişî û Mîlanî jî Xiristiyan bûne.
Li gorî Peker, ev eşîr di dîroka Nastûriyên herêmê de cih girtiye û piraniya wan di demên cuda de bûne Xiristiyan.
Wî her wiha got ku hinek ji van koman pişt re bûne misilman, hinekên din jî li ser nasnameyên olî û neteweyî yên cuda hatine pênasekirin.
“Yaqûbî” berê navê mezhebê bû
Beşa herî girîng a gotinên Peker li ser cudahiya navê mezheb û navê neteweyê bû.
Li gorî wî, di serdemên kevn de Yaqûbî navê mezhebekî Xiristiyaniyê bû.
Wî amaje kir ku di nav Yaqûbiyan de ne tenê Suryanî lê her wiha Ereb û Kurd jî hebûn.
Peker got ku piştî guhertina navê vê dêrê û bikaranîna navê “Suryanî-Ortodoksê Qedîm”, komên ku berê di bin navê mezhebê Yaqûbî de dihatin naskirin, hemû bi navê Suryanî hatine tomarkirin.
Li gorî wî, ev guherîna navê mezhebê di demên paş de bûye sedema tevliheviyê ya di nav mezheb, ziman û nasnameya neteweyî de.
Wî vê yekê bi mînakekê rave kir û diyar kir ku kesek dikare Protestan be û di heman demê de Kurd be, ji ber vê yekê mezheb nayê wateya neteweyê.
“Di belgeyan de rasterast behsa Kurdên Yaqûbî tê kirin”
Ender Peker ji bo piştrastkirina nêrîna xwe behsa belgeyên dîrokî kir û got ku hinek ji wan belgeyan li British Museumê tên parastin.
Li gorî Peker, di belgeyekê de ku ew wekî belgeya konsîlê Yaqûbiyan e, hejmareke ji metranan îmze li ser baweriya Monofîzîtê avêtine.
Ew dibêje di nav wan îmzeyan de jî metranên ku bi eşkereyî bi Kurdbûn û deverên Kurdistanê ve tên girêdan, hene.
Peker bi taybetî behsa gotinên wekî “Metranê Manastira Kurdan” û “Metranê Dêra Cizîra Kurdan” dike û dibêje ku ev pênasekirin di belgeyan de rasterast hatine bikaranîn.
Li gorî wî, ev belge nîşan didin ku di wan serdeman de komên Xiristiyan ên li herêmê bi nasnameya Kurd ve jî hatine pênasekirin, hebûne.
Mesûdî, Îbn el-Esîr û Marco Polo jî behsa Kurdan dikin
Peker ji çavkaniyên dîrokî yên din jî mînak dan û wî behsa dîroknivîsên Ereb ên wekî Mesûdî û Îbn el-Esîr kir û got ku di nivîsarên wan de li derdora Mûsil û çiyayên herêmê behsa komên Kurd hatiye kirin.
Li gorî Peker, Mesûdî gotiye ku li çiyayên derdora Mûsil “neteweyek heye navê wan Kurd e” û di nav wan de komên Yaqûbî, Nastûrî û misilman hene.
Wî her wiha dibêje ku Îbn el-Esîr di nivîsarên xwe de behsa “Kurdên Yaqûbî” kiriye û Marco Polo jî di serdema xwe de li çiyayên Mûsilê komên Kurdên ji mezhebên cuda dîtine û agahiyên derbarê wan tomar kirine.
“Piraniya Nastûriyên Colemêrgê Kurd bûn”
Peker got ku di nav komên Xiristiyan ên herêma Colemêrgê de, bi taybetî di nav Nastûriyan de Kurdên ku bi eşîrên herêmê ve girêdayî bûn, hene.
Wî got ku piraniya eşîrên Nastûrî yên Colemêrgê di dîroka wan a kevn de Kurd bûn û navê wan eşîran di pirtûkê de bi hûrgulî hatiye nivîsandin.
Li gorî wî, piştî guhertinên li nav saziyên olî û bi taybetî piştî ku navê Dêra Nastûrî di sala 1844-46an de Dêra Rojhilat a Asûrî, kesên ku berê wekî Nastûrî hatibûn naskirin di çarçoveya nasnameya “Asûrî” de hatin binavkirin.
“Hinek ji Asûrî û Keldanî yên îro ji eşîrên Kurdistanê ne”
Peker dide zanîn ku di nav kesên ku îro xwe wekî Asûrî an Keldanî pênase dikin, li gorî nêrîna wî eslê wan ji eşîrên Kurdistanê ye.
Wî mînaka du kesên ku ji Hewlêrê hatine û xwe wekî Keldanî û Asûrî pênase kirine dide. Li gorî Peker ew kesan xwe ji eşîra Cîlo dane nasîn.
Peker diyar kir ku dema ew ji wan pirsiye ka çawa ji Colemêrgê ne û li Hewlêrê dijîn, wan gotiye ku eslê wan ji Eşîra Cîlo ye û li gorî Peker, ew Kurd in, ji ber ku Eşîra Cîlo bi giştî Kurd in.
Îlber Ortayli: Nastûriyên Colemêrgê Kurd in
Peker di hevpeyvînê de her wiha referansê dide dîroknasê Tirk Îlber Ortayli û dibêje ku Ortayli jî di nivîsarên xwe de behsa Kurdbûna Nastûriyên Colemêrgê kiriye.
Li gorî Peker, Ortayli di bersiva pirsên li ser nasnameya wan de gotiye ku Nastûriyên Colemêrgê bi eslê xwe Kurd in.
Peker destnîşan kir ku, “Eger di dîrokê de şaşî hatibe kirin, divê em wê sererast bikin.”
“Navê Keldanî yê olî pênc sed salî ye”
Ender Peker di beşa din a hevpeyvînê de bi taybetî ser Keldaniyan rawestiya.
Li gorî wî, Keldaniyên îro bi dîroka neteweya kevnar a Keldaniyan re nayê were pênasekirin.
Ew dibêje Keldaniyên îro ji Nastûriyê veqetiyane û piştî ku bi Katolîkî re hatine girêdan, navê “Dêra Keldanî ya Katolîk” li wan hatiye danîn.
Peker dibêje di nav civata Keldanî ya îro de hem komên Kurd û hem jî komên Asûrî hene û navê “Keldanî” di vê çarçoveyê de di bingehê xwe de bi mezhebê Katolîk ve girêdayî ye.
Wî her wiha got ku di nav Keldaniyên Tirkiyeyê de pir kes hene ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye û zimanê Aramî/Suryanî tenê di kar û xizmeta olî de hatiye parastin.
“Mezheb û netewe ketine nav hev”
Li gorî Peker, yek ji sedemên sereke yên tevliheviyê di nasnameyên Xiristiyanên Kurd de ev e ku zimanê ayînî û nasnameya mezhebî bi nasnameya neteweyî re hatiye tevlihevkirin.
Wî mînak da ku wekî ku misilmanên Kurd di mizgeftê de bi zimanê Erebî dua dikin, Xiristiyanên Kurd jî di dîrokê de bi zimanê Aramî îbadet kirine.
Li gorî wî zimanê olî ne her dem nîşaneya neteweyî ye.
Peker anî ziman ku ev tevlihevî di nav komên Xiristiyan de bi awayekî berfireh derketiye holê û hin kesên ku eslê wan Kurd e îro xwe bi navên mezhebî an neteweyî yên cuda pênase dikin.
Pirtûk dê bi Kurdî, Îngilîzî û Erebî jî bê çapkirin
Peker di dawiyê de ragihand ku çapa duyemîn a pirtûka “Dîroka Kurdên Xiristiyan” dê berfirehtir be.
Li gorî wî, çapa nû dê bigihîje nêzîkî 400 rûpelan û dê belge û çavkaniyên zêdetir tê de hebin. Wî got ku piştî çapa duyemîn, pirtûk dê bi Kurdî, Îngilîzî û Erebî jî bê çapkirin.
Peker diyar kir ku armanca sereke ya pirtûkê belge û çavkaniyên ku li ser dîroka Kurdên Xiristiyan hene berhev bike û wan bixe ber çavên xwendevanan.
Wî di hevpeyvînê de girîngiyeke taybet da belgeyên dîrokî û got ku bê nivîsandina dîroka xwe, nasname û dîroka koman dikare ji aliyê kesên din ve bi awayekî cuda were pênasekirin.


