Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku wan komeke çekdar a DAIŞê hilweşandiye û 22 tohmetbar desteser kirine.
Birêvebiriya Giştî ya Operasyonên Asayîşê da zanîn ku wan li ser bingeha zanyariyên îstixbaratê û bi hevkariya Asayîşa Parêzgeha Helebceyê, 22 tohmetbar li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê desteser kirine.
Li gorî daxuyaniya Asayîşa Herêma Kurdistanê, operasyon di rojên 8-12ê Îlonê de û di maweyê 96 demjimêran de hatiye kirin.
Operasyon bi hevahengiya Birêvebiriya Asayîşa Parêzgeha Helebceyê li Silêmanî, Helebce, Pêncwîn, Xurmal û Sîrwanê hatiye lidarxistin û 22 tohmetbar hatine desteserkirin.
Planên koma DAIŞê çi bûn?
Dezgeha Asayîşê eşkere kir ku planên "çekdarên DAIŞê - Ketîbeya 5an a ser bi Wîlayeta Kurdistanê" bi vî rengî bûn:
- Xwerêxistinkirin û wergirtina beyetê ji endamên komê.
- Danîna bombeyan û pêkanîna teqînan li nav parêzgeha Helebceyê.
- Çavdêrîkirin û êrişkirina li hêzên ewlehiyê di dema rahênanên bi çekên giran û nîvgiran de.
- Avakirina "emîrtiyek" li herêmên Hewraman an Şarezûrê.
- Girêdana peywendiyên şaneyên razayî yên DAIŞê yên li Kurdistan û Îraqê bi terorîstên li derve re.
- Komkirina pereyan ji bo kirîna çekan.
Çek û kel û pelên ku hatine desteserkirin
Ew çek û kel û pelên leşkerî yên ku dest li ser wan hatiye danîn ev in:
Çekekî cureyê RPGyê, 3 gule û 5 heşwe (barût).
Guleyeke hawanê.
6 bombeyên destan.
6 çekên kilaşnîkovê, 13 cercûr û 300 fîşek.
2 demançe û 100 fîşek.
Kamerayeke çavdêriyê.
Dûrbîneke leşkerî.
Cilûberg û kel û pelên leşkerî.
Tohmetbar li gorî Madeya 2yan a Yasaya Terorê hatine girtin û lêpirsîna li ser dosyayê didome.


