Hewlêr (Rûdaw)
- Îro 493 malbat ji Hisîçayê
(Hesekê) ber bi Serê Kaniyê ve bi rê ketin û 50 malbatên Ereb ên ku li Serê
Kaniyê bi cih bûbûn jî vedigerin taxên xwe yên li Hisîçayê.
Berdevkê Komîteya
Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re ragihand ku îro karwanê çarem ê
koçberên Serê Kaniyê vedigere.
Di vî karwanî de
493 malbat hene ku ji 3 hezar û 569 kesan pêk tên û ev kes jî ji gundewarê Serê
Kaniyê ne.
Li gorî Birêvebiriya
Ragihandinê ya Hisîçayê jî îro ji Serê Kaniyê 50 malbatên koçber tên derxistin
û li taxên xwe yên li Hisîçayê tên vegerandin.
Ew kes xelkê
taxên Xiwêran, Neşwe û Ezîziyê ne.
Pêvajoya vegera
koçberên Serê Kaniyê 10ê Tebaxê dest pê kiribû û heta niha di nava sê karwanan
de, 3 hezar û 626 malbat vegeriyane.
Piraniya kesên
vegeriyane Ereb in û xelkê gundên Serê Kaniyê, Zirgan û Til Temirê ne.



