Hewlêr (Rûdaw) - Malbata mamoste Hesen Keleş ragihand ku wan îro termê wî dîtiye/
Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê mamosteyê bi navê Hesen Keleş ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin û ji bo berdana wî 300 hezar dolar fîdye hatibû xwestin.
Hesen Keleşê 56 salî 30ê meha borî li navenda bajarokê Girkê Legê yê Dêrikê ve hatibû revandin û otomobîla wî li cihê bûyerê hiştibûn.
Roja piştî revandinê, pêwendî bi malbata wî re hatibû kirin û vîdeoyek ji birayê wî re hatibû şandin.
Wan ji bo serbestberdana wî 300 hezar dolar ji malbatê xwestin.
Bi hejmareke Fîlîpînê malbat agahdar kirine
Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê 8ê Çiriya Pêşîn çû mala bavê Hesen Keleş.
Birayê mamoste Hesen, Rêzan Keleş ji Rûdawê re gotibû:
"Li ser WhatsAppê ji me re nivîsandin û wêneyê wî şandin. Wan got 'Ew li ba me ye, sax û silamet e lê divê hûn 300 hezar dolarî bidin'.
Wan roja din dîsa pêwendî kir û got '24 demjimêrên we qediyan û we pere nedan, hûn bi agir dilîzin.'"
Mamoste Hesen hat kuştin
Malbata mamoste Hesen Keleş îro di daxuyaniyekê de de xemgînî û şoka xwe ya li hemberî vê bûyera diltezîn anî zimên û agahiya kuştina wî ragihand.
Li gorî daxuyaniya malbatê, termê Hesen Keleş hatiye naskirin û îro li zêdê wî hatiye binaxkirin.
Mamoste Hesen Keleş kî bû?
Hesen Keleş 56 salî bû. Ew xelkê bajarokê Girkê Legê yê girêdayî Dêrika Rojavayê Kurdistanê bû.
Hesen Keleş wekî mamosteyekî sade dihat naskirin.
Malbata wî dibêje, ti dijminatiya wî bi kesan re nebû û xwediyê serwetekê jî nebû ku çete û mafya wî birevînin.
Lê belê kesên ku ew revandine bi daxwaza xwe ya xeyalî Hesen Keleş kuşt.
Keleş li Lîseya Celayê mamosteyê felsefeyê bû.
Ew êvara çarşemê 30ê Îlona 2026an, saet 21:30î li navenda bazara Girkê Legê hatibû revandin.
4ê Çiriya Pêşîn a 2026an, 5 rêxistinên mafên mirovan daxwaza eşkerekirina çarenivîsa wî kiribû.
Wan xwestibû ku canê wî mamosteyî were parastin.
Her wiha wan bangî aliyên pêwendîdar kiribû ku lêkolîneke pîşeyî bikin û tawanbaran ceza bikin.
Ev bûyer bûye sedema dilgiraniyeke zêde ya li ser rewşa ewlehiyê ya herêmê.
Ji aliyekî din ve bûyerên revandinê yên ji bo pereyan zêde bûne.
Xelkê herêmê daxwaz dike ku dezgehên ewlehiyê berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Wan xwest ku êdî rê neyê dayîn ku jiyana sivîlan û karmendên sektora perwerdeyê bikeve metirsiyê.


