کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Rêber Ehmed: Em pêbendî biryarên li dijî destûrê nabin

RÛDAW

RÛDAW

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Bafil Talebanî li ser biryarên Îraqê daxuyaniyek belav kir
Kurdistan24-11-2026

Bafil Talebanî li ser biryarên Îraqê daxuyaniyek belav kir

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e
Kurdistan24-11-2026

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî
Kurdistan24-11-2026

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser biryarên dawî yên Bexdayê nîşan da û got, "Em pêbendî ti biryar, daxuyanî, rênimayî yan yasayeke li dijî destûrê nabin."

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser biryarên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên li dijî Herêma Kurdistanê ji rojnamegeran re axivî.

Rêber Ehmed pirsa Rûdawê bersivand û got, "Her helwesta ku li gorî destûra Îraqê be em dê kesê yekem bin ku wê bi cih bîne lê ji derveyî destûrê ti tişt nayê bicihanîn."

"Em ji bo hevahengiyê amade ne"

Rêber Ehmed li ser deriyên sînorî jî destnîşan kir ku ew ji bo hevahengî, karê hevbeş, têgihiştina hevbeş û birêvebirina deriyan amade ne û got:

"Ji bo vê yekê madeya destûrê heye. Tiştekî veşartî nîne ku em tiştekî bibêjin û Bexda tiştekî din bibêje."

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên bingehîn ên li gel Bexdayê jî got:

"Di bingehê de pirsgirêka me li gel Desteya Deriyên Sînorî ya Îraqê heye. Salên borî yasayek hat derxistin ku berovajî destûrê ye.

Dabeşkirina desthilat û çavkaniyan yek ji xalên sereke yên federalîzmê ye.

Pirsgirêka me li gel hişmendiya birêvebirina welêt heye ku bi awayekî navendî difikire û ev jî berovajî dîtina me ye.

Me piştî sala 2003yan welatekî demokratîk, federal û pirhêl ava kir."

"Nedihat xwestin daxuyanî bi rêya berdevkê leşkerî bê dayîn"

Rêber Ehmed daxuyaniya Bexdayê wekî cihê "sosret û pirsyaran" bi nav kir û got:

"Her kes dizane ku demeke dirêj e Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser gelek mijaran li gel hikûmeta federal di nav dan û standinan de ye.

Tiştên ku di daxuyaniya Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê de hatine belavkirin, nedihat xwestin bi rêya berdevkê hêzên çekdar bihata belavkirin çimkî ev mijarek di navbera du hikûmetan de ye ku bi rêya destûrê hatine avakirin."

Rêber Ehmed qala dan û standinên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û wiha domand:

"Ev çend sal in li ser mijarên petrol, gaz, deriyên sînorî û peymanên petrolê dan û standin tên kirin û gelek qonax hatine derbaskirin.

Têgihiştineke gelekî baş hebû û di van demên dawî de şande û peyamên erênî bi hev hatin guhertin.

Protokoleke me ya hevbeş heye ku ji aliyê Wezareta Darayî û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar ên Îraqê ve di Desteya Wezîran a Aboriyê de hatiye îmzekirin lê ev çend meh in naçe ber destê Desteya Wezîran.

Nexwe ew aliyê ku rê li ber bicihanîna van xalan digire Kurdistan nîne."

Têkoşîna li dijî gendeliyê

Wezîrê Karên Navxwe li ser hevkariya di warê têkoşîna li dijî gendeliyê de anî zimên:

"Em her tim li gorî destûr, peymana siyasî û bernameya hikûmetan amade bûn ku hevkariyê bikin.

Bi taybetî di kabîneya Elî Zeydî de di warê têkoşîna gendeliyê de em bi erkê xwe re rabûn.

Me gelek kes girtin û radestî wan kirin ku ji aliyê Serokwezîr û Desteya Paqijiyê ve dihatin xwestin."

Rêber Ehmed tekez kir ku çareserkirina nakokiyan bi rêya daxuyaniyan çênabe û got:

"Me ji wan re jî got ku her mijara ku cihê nakokiyê be, em amade ne bi rûniştinê û li gorî yasa û destûrê çareser bikin."

Rêber Ehmed her wiha destxweşî li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku li ser vê mijarê yekhelwest bûn û bangî hemû aliyan kir ku di van pirsan de xwedî yekhelwest bin.

Biryarên Bexdayê yên li ser Herêma Kurdistanê

Ev daxuyaniyên Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê piştî wê yekê tên ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî piştî agahdarbûna ji rapora komîteya lêkolînê ya taybet bi qaçaxçîtiya petrolê ya li Şirketa Petrolê ya Bakur, rêze biryar û rêkarên îdarî, dadwerî, ewlehî û teknîkî derxistin.

Beşek ji wan rêkaran rasterast pêwendî bi Herêma Kurdistanê ve hene ku ev in:

- Rêlibergirtina Herêma Kurdistanê di dayîna erêkirina ji bo hinartina petrola xav û berhemên petrolê, ji bilî bi rêya Wezareta Petrolê ya Federal.

- Wergirtina hemû deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Desteya Deriyên Sînorî ya Îraqê ve.

- Raspartina Wezareta Petrolê ji bo birêvebirina qadên petrolê yên sînorê parêzgehên Diyala, Kerkûk, Selahedîn û Neynewayê ku ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata Herêma Kurdistanê de ne.

- Raspartina hêzên sînor, Wezareta Parastinê û Polîsê Enerjiyê ji bo girtina deriyên nefermî û rêyên xwelî û milî yên di navbera Herêma Kurdistanê û wan parêzgehan de, her wiha wergirtin û çavdêrîkirina qadên petrolê bi kamêrayan.

Van biryarên Bexdayê bertekên tund ên aliyên Kurdistanî bi xwe re anîn.

PDK û YNKyê di daxuyaniyeke hevbeş de binpêkirina maf û destkeftiyên Herêma Kurdistanê wekî "xeta sor" bi nav kir.

Tevgera Goranê jî ev biryar wekî "lawazkirina bingehên federalîzmê" nirxandin û daxwaza civîneke bilez a aliyên Kurdistanî kir.

Nûçeyên Têkildar

Bafil Talebanî li ser biryarên Îraqê daxuyaniyek belav kir
Kurdistan24-11-2026

Bafil Talebanî li ser biryarên Îraqê daxuyaniyek belav kir

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e
Kurdistan24-11-2026

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî
Kurdistan24-11-2026

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî

Pirsên